Polîtîk

HUDA PARê daxwaza zimanê fermî yê duyemîn kir

Piştî li ser guhertina Destûra Bingehîn Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Halef Yilmaz gotî “4 xalên ewil dikare bêne guhertin” Berdevkê HUDA PARê û parlementerê Êlihê Serkan Ramanli li ser guhertina Destûra Bingehîn daxwazên partiya xwe eşkere kirin.

Ramanli got:

“Em ji roja destpêkê ve dibêjin destûrek nû pêwîst e. Ji ber ku destûra heyî ne ew destûre ku bi adet, kevneşopî, çand û baweriyên miletê me re aştiyane be. Divê hebûna Kurdan bê qebûlkirin. Em di wê baweriyê de ne û dibêjin ku divê kurdî wek zimanê fermî yê duyemîn bê qebûlkirin.”

Li ser vê daxûyaniya Ramanli, kmalistan di cih de bertek nîşanda.

Hujukzana Destûra Bingehîn Prof. Dr. Şule Özsoy Boyunsuz, daxûyaniyek da rojnameya Cumhuriyetê û got: Daxwazên Ramanli armanca hemwelatiyê ta Destûra Bingehîn darbas dike.Ev daxwaz nasandina neteweyî ji holê radike. HUDA PAR di derbarê pêkhatina komara laîk û unîter de daxwazan dike. “Ev axaftinek e ku bi tevahî rejîma komarî dike armanc.

Back to top button