Netew Nasnameya Mirov e

Wek tê xuyakirin li gor bûyerên pêk tên Rojhilata Navîn di tevlehevîneke dijwar re derbas dibe û bi taybetî piştî pêlên buhara Erebî.

Ev pêkhatiyên dawî bandora xwe ya neyênî bi awayekî xurt li ser bizava netewiya Kurdistanî kir, li şûna xurtkirina yekîtiya netewî û hevkarî berovajî wê li gor plan û xwastekên neyaran hate birêvebirin.

Her kes dizane tu car dagirkerên Kurdistanê nabin dost û bi dehan salan ji bilî kuştinê û talankirinê tişt ne bûye para kurdan.

Li her çar parçên Kurdistanê li beşê Rojava dîroka gelê me ne cuda ye ji parçên din, rêjîma Baas ti carî li mafê mirovayetî mukir ne hat û navê kurd her dem hate qedexekirin ji bilî kuştinê û binçavkirinê tiştek pêk nanî.

Lê mixabin îro dîrok dîsa xwe dubare dike şûna destdirêjkirina ji bo birayetî yê destê me dîsa dirêjî dijminê me dibe ma gelo biryarek di destê rejîma Sûriyê de maye? Ku tiştekî ji gelê Sûriyê re pêşkêş bike ji bilî êrişên ezmanî.

Lê ev plana hindek dewletên herêmî bû bi serkêşitiya Rûsya û Îranê ev civîn li Mosko pêk tên lê ji bîra me narê helwesta Rûsya li hember kurdan di dest pêka şoreşê de digot dawxaza kurdan parçekirina Sûriye ye ji ber wê yekê piraniya nakokî û dubendiyên di nava gelê me de sedemê wê destêwerdana dewletên dijmin bi çi awayî dibe bila bibe armanca wan parcekirina civaka Kurdistanî ye.

Ev bûyera dawî li Şengalê pêk hatî bûyereke tarî ye gelek tişt di pişta veşirtî hene em hemû dizanin civaka Kurdistanî civakeke dewlemende ji aliyê olî û çandî ve lê dijminê kurdan ti carî sinoran nas nake û dixwaze vê carê bi rêya olî nakokî kûrtir bike.

Bi alîkariya hindek aliyên hundirî da ku yeketiya kurd lawaz bike wek tê zanîn li gor prinsîbên nav dewletî netew bi sê xalan tê nas kirin yekem ziman duyem erdnîgarî û sêyem dîrok û kevneşopî. Ev her sê xalên hevbeş dikarin netewan damezrînin û li dervayê vê çarçovayê tê wetaya hurhitandinê û belavkirina civakê, ji ber vê sedemê avakirina hêzeka leşkerî bê agahdariya dazgehên fermî li herêma Kurdistanê karekî deryasayî ye.

Ji ber hûkumeta herêma Kurdistanê nûnertiya herêma Kurdistanê dike çi li hundir çi li derve ji ber ev hûkumet bi awayekî demokrat hatî hilbijartin û dibin çavdêriya navdewletî de ti kes nikare vê rastiyê di paş gohê xwe re bavêje.

Bila kes baweriya xwe bi hewlên dijmin nîne ji ber ancam her tim xapandine û kesê ku dixwaze beşekê ji civakê qezenc bike li ser vê rêbazê xizmete neyarê xwe dike û xwe dixapîne.

Di dawî yî de civata me ya Êzîdî beşek resen û bingehîne ji civaka Kurdistanê û ti car bawernameya neteweyê ji kesî naxwaze li ser vê bingehê ameje dibe ku netew nasnameya mirov e.

Cengîz Hemdoş

Nerîna min :