Polîtîk

Em bi şer negihatin armanca xwe

Kanala Televizyona Almani WDR li gel hevserokê KCKê Cemil Bayik hevpeyvînek çekir.

Di vê hevpeyvînê de Bayik doza lêborînê li Almanya dike. Bayik got: Ez bi navê PKKê lêborînê ji gelê Almanê dixwazim.Carek din tiştên bi vî awayî nabin.

Herweha Bayik da xuyakirin ku ew hêdî naxwazin li dijê Tirkiye jî şerê çekdarî bikin. Bayik got: Vêce em dibêjin şer bes e.Ne em ne jî dewleta Tirk bi şer negihan armanca xwe.

Wek tê zanin ji berî demeki partiya çep a Almanê daxwazi ji parlementoyê kir ku PKK ji listeya Terorîstî bête derxistin.

Lê parlementoyê ev yek ne pêjirand.

Li Almanya ji sala 2004ê heta niha 4 û 500 doz li dijê PKKê û endamên wê hatine vekirin.

Back to top button