Polîtîk

Neşe ya Terorîst

Neşe Duzel rojnemevana naskirî ya rojnama Tarafê ye. Neşe Duzel bi hevpeyvînên dike piraniya caran rojeva siyasî diguherê . Piraniyê hevpeyvînên Duzel girêdayî pirsa kurd e. Nese Duzel yek ji wan rojnemevanen e ku di pirsên xwe de nave Kurdistanê kar tine.

Ji berî serdana serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan ya Başûrê Kurdistanê, Neşe Duzel li gel cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê hevpeyvînek  balkêş pêkanîbû. Hevpeyvîna Duzel bû çerçova rojeva serdana Erdogan ya herêma Kurdistanê.

Herweha li gel gelek siyasetmedarên kurd û pisporên tirk di derbara pirsa kurd de hevpeyvînên hêja pêkanîne.

Niha jî li Stanbulê dozerekî di derbarê Neşe Duzel de dozek vekiriye. Di doza xwe de dozer Neşe Duzel bi teroristî itham dike. Dozer Hakan Karaali di îdianama xwe de dibêje ku Duzel xelkê teşvîkê tundiyê dike.

Dozer dixwaze Neşe Duzel bi cezayek giran bête cezakirin. Lê niha dê dadgeh biryarê bide.  Raste li Tirkiye gelek tişt têne guhertin,lê mejiyê îdeolojiya fermî zû bi zû nayê guhertin. Ji xwe heta ev yek nebê Tirkiye gelek bi hesanî nikarê guhertinên bingehîn pêkbîne.
Li gora dozer Neşe Duzel terorist e…

Back to top button