Nehîştina kursiyên kotayan, lêdana mafên pêkhateyan bû
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Kela Hewlêrê hevdîtin û danûstandinên rasterast bi welatiyên Hewlêrê re kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî guhdariya dîtin û daxwaziyên welatiyên ku di wê hevdîtinê de amade bûbûn kir û bersiva pirsyarên wan da, herwiha bi giringî ve guhdariya pêşniyarên wan kir û soz da ku li paşerojeke nêzîk kar li ser wan bike.
Di derheqa kursiyên kotayên Perlemantoya Kurdistanê de jî ragehand, “Sedema nemana 11 kursiyên kotayên Perlemanatoya Kurdistanê ji bo skalayê vedigere ya ku li Dadgeha Federalî ji aliyê YNKê ve hatiye tomarkirin, ku mixabin şanaziyê jî bi wî karê xwe dikin. Ev karekî şaş bû”
Mesrûr Barzanî got: “YNK her dem dibêje: Kota bi PDKê re ne. em wekî PDKê şanaziyê bi wê yekê dikin ku PDK bûye cihê baweriya kotayan. Aliyên din jî ku nekariye bibin cihê baweriya kotayan, ew arêşeya wan e.”
Herwiha ragihand, “Nehîştina kursiyên kotayan ji bo berjewesniya siyasî, lêdana mafên pêkhateyan bû. PDKê herdem berevanî ji mafên pêkhateyan kiriye û her bi bizavên PDKê 5 kursî ji bo pêkhateyan hatin vegerandin.”