Polîtîk

YNK dixwaze “dawiyê“ li statûya Herêma Kurdistanê bîne, lê nikare..!

Li başûrê Li başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê têne li darxistin. Ji berî hilbijartina pêvajoyek gelek tund hate derbas kirin. YNKê li dijê kota pêkhatên Kurdistanê serî li dadgeha Federal a Iraqê da û kota pêkhatên Kurdistanê bi biryara dadgeha Federal hate rakirin. PDKê bertek nîşa vê biryarê da û gote: Eger kota pêkhatan nebe ew tevlî hilbijartina nabin.

Ji berî van hilbijartina hêjmara endamên Parlementoya Kurdistanê 111 parlementerbûn. 11 parlementer kota pêkhatên Kurdistanê bûn. 5 a Tirkmena , 5 a mesihiyan û 1 jî ya Ermeniya bû. Lê niha ew 11 bi giliya YNKê û biryara dadgeha Federal hate rakirin. Herî dawî bi dijderketina PDKê 5 kota ji bo pêkhatan cardin şûnve vegrandin. Lê dê ev di nava van 100 parlementeran de be.

Piştî biryara hilbijartina , qonaxa propagandeya partiyan destpêkir. Her partî li gora bernameya xwe dest propagandeyê kir û ev yek berdewam e. Lê di vê pêvajoyê de serokê YNKê Bafil Talabanî gelek bi dijwarî êrîşê PDKê û hukumeta herêma Kurdistanê kir. Wek ku ew ne şirîkê hukumetêne bi bê ku sinorekî deynê êrîşê serokê hukumetê kir. Qubat Talabanî cîgirê serokwezîre û wezîrên YNKê di nava hukumetê de cih digrin. Yanî YNK jî weke PDKê şirîkê desthilatê ye.

Bafil Talabanî  wek kesek  ku nexweşiya psikolojîk pêre heyî, axavtinên ne cidî gotinên ji derê ehlaqê siyasî gotin. Heta wek vê gavê ev helwesta wî ya eceb berdewama. Gelek cara li ser dikê lotka dide, xwe hiltavê je, hereketên ne tabiî dike û diaxive. Bafil derewa dike, pêbextiya dike, sivikatiyê li hêzên pêşmergeyên Kurdistanê dike.

Bafi dibêje “ Emê birûxînin“ dê çi birûxine ? Armanca Bafil rûxandina statûya Herêma Kurdistanêye. Li himber gotinên bê şerm ên Bafil, PDK tu bersivekî nade û dibêje, bersivadana gotinên derew û pûç be dengiye. Bersiv nedan bi xwe jî bersiva herî dijwar e.

Rastîya xwe de miletê Kurd kesayetek dîn wek Bafil heq nekiriye. Lê mixabin wî pişta xwe daye, milîsên Îranê, Heşda Şeibî û PKKê û dijitiya statûya Herêma Kurdistanê dike. Bi piştevaniya Îranê şanaziyê dike. Li himber gotina Bafil ya ku dibêje “ emê birûxînin “ PDK dibêje : “ Tu nikarî“ û kesek jî nikare Kurdistana Federal birûxîne.  Rastî jî her dengê herê ji YNKê re dengê têkbirina statûya Herêma Kurdistanê ye.

PDKê hêja hêza xwe ya propagandeyê bi temamî nişan nedaye. Dema wext werê, dê YNK û Bafil jî bibêne ku ka gelo ew hêza pişta xwe dayîyê ji bo rûxandina Kurdistanê, wê çewe bi serê wî de birûxe.

Back to top button