Di hilbijartinan de helwest pêwist e!
Li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê pêktên. Di van hilbijartinan de li gora berê bi midexeleya ne dadwerî ya Mehkema Federal a Iraqê mafên pêkhatan hatin kêmkirin û kota pekhatan ku 11 parlementerbûn ji holê hate rakirin.
Siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên kurd, li beşên din ên Kurdistanê nêzik ve van hilbijartina dişopînin. Taybetî siyasetmedar, heta berpirsên partiyên bakurê Kurdistanê piranî dema behsa hilbijartinên başûrê Kurdistanê dikin, piranî behsa demokrasiyê, girîngiya hilbijartina bi gelemperî diaxivin. Lê gelo van hilbijartinên girîng de, aliyên siyasî gerek ne xwedî helwestbin? Yanî gerek li aliyekî bisekinin û helwesta xwe diyar bikin. Bê guman kesek ne mecbûre vê yekê bike. Lê eger pirs pêşeroja Kurdistanê be û çarenûsa statûya Kurdistanê be gerek helwest bi zelalî werê wergirtin.
Îro di van hilbijartinan de YNK û serokê wê gelek vekirî behsa rûxandina statûya herêma Kurdistanê dike. Lê ji aliyek din ve PDK bi hemû imkana xwe hewl dide ku statûya heyî biparêze û pêşvetir bibe.
Na eger di vê derbarê de, taybetî di derbarê helwesta YNKê û PDKê de îdiayek din hebe gerek kemasî wê bînin rojevê.
Di hilbijartinên çarenûsî de helwesta aliyên siyasî ji derê herêma başûrê Kurdistanê pêwistiyeke. Eger helwest nebe bi otomatikî aliyên ku behsa rûxandinê
dikin feydê ji vê dibînin…