Nehiştin Werzişvanê Kurd tevlî pêşbirkê bibe
Cumalî Arslanê ku di pêşbirkên rêveçûnê yên li Tirkiye, Fransa û Almanyayê de hatîn kirin de bibû yekemîn, lê lê nekarî li Antalyayê beşdarî Şampiyonaya Rêveçûnê ya Unal Aytaç Spor Toto ya Tirkiyeyê ku îro hat lidarxistin, bibe ji ber ku ew bi hêcetên vale hat astengkirin.
Werzişvanê Kurd Cumalî Arslan di sala 2020an de bû şampiyonê Tirkiyeyê. Arslan ji ber ku Kurd bû û rastî gelek astengiyan hat, nehiştin derbasî kampa Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê bibe. Arslan ji ber zext û astengiyan nikarî li ber xwe bide, li Elmanyayê bi cih bû. Arslan beşdarî pêşbirkên ku li Ewropayê hatin kirin, di 14ê Nîsana 2024an de li Fransayê, di 11ê Çileya 2025an de jî li Almanyayê bû şampiyon.
Arslanê ku li Elmanyayê bû şampiyon, di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de got, “Armanca min ew e ku bi nûnertiya nasnameya Kurd a Tokyo ya 2025’an derkevim pêş.”
Arslan li ser asteng kirina xwe ya tevlî şampiyona Antalya nebe dibêje: “Gotin ‘kota tije ye’ lê di vê şaxê de tiştek bi navê kotayê nîne.”
Arslan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pêşbirka Rêveçûnê ya Navneteweyî ya Antalyayê ya 22’ê Sibatê pêşbirkeke navneteweyî ye. Federasyona Atletîzmê ya Tirkiyeyê tu erka qebûlkirina werzişvanekî di pêşbirkê de nîne. Tenê pirsgirêk ew e ku ez ê weke werzişvanekî Kurd li wir beşdar bibim û li wir serketineke baş bi dest bixim bête astengkirin. Ji ber vê yekê bi van hincetên Serokê Federasyona Çekayayê nehiştin ku ez beşdarî pêşbirkê bibim.”
Arslan got, “Tevî hemû astengiyan jî armanca min ew e ku ji bo beşdarî şampiyoniya navneteweyî ya 2025’an a li Tokyoyê tê lidarxistin bibim puanan bi dest bixim û bi nûnertiya nasnameya kurd a li wir derkevim pêş.”