Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Trump biryar da ku Sererkan Brown ji kar dûr bixe û li şûna wî generalekî xanenişînkirî bi cih kir. Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ragihand ku 2 berpirsên din ên leşkerî ji kar hatine dûrxistin.
Serokê Amerîka Donald Trump, Sererkanê Amerikayê Charles Brown ji kar dûrxist û li şûna wî generalê xanenişînkirî yê hêzên hewayî Dan Caine destnîşan kir. Trump di daxuyaniya xwe ya ku li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya Truth Sosyal da kir, ji ber xizmeta Charles Brown spas kir.
Trump di daxûyaniya xwe de got: “Ez spasiya General Brown dikim ji bo xizmeta wî ya zêdeyî 40 salan ji bo welatê me, di nav de rola wî ya niha wek Serokê Serfermandariya Hevbeş. Ew mirovekî birêz û rêberek hêja ye, û ez ji wî û malbata wî re pêşerojeke geş dixwazim.”