Civak
Nehiştin konvoya BDP-ê bikeve Dortyolê
Nehiştin konvoya BDP-ê bikeve Dortyolê.Wek tê zanîn ji bo bûyerênDortyolê çêbûyin, serokê BDP-ê Selahatin Demirtaş li gel hinek parlementerên BDP-ê xwestin herin Dortyolê. Bi konvoyek ji 20 otomobilan pêkadihat derketin rê, dema nêzikî Dortyolê bûn hatin sekinandin û biryara waliyê Antakya , ya ku nabê di vê rewşê de bikevin nava Dortyolê ji wanre hate gotin.
Serokê BDP-ê li vê derê daxûyaniyek da û gote, em ne ji bo geşkirina bûyeran li vêderêne, em ji bo sekinandina bûyeran li vêderêne, êrîşê partiya me kirine û em dixwazin bizanibin rewş çiya û serdana hevalên xwe bikin.
Herweha piştî guftugoyek dirêj konvoya BDP-ê biryar da vegere Diyarbekirê. Selahattin Demirtaş,ji bo van bûyeran hukumet û wezîrê navxwe rexne kir.