Berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDKê ya Kerkûk – Germiyan dibêje, li sînorê Kerkûk û Diyala sextekarî û binpêkirinên mezin hatine kirin û li Xaniqîn jî endamên PDKê bi zorê ji navendên dengdanê hatine derxistin û ev yek nayê qebûlkirin.Selah Delo ji malpera KDP.info re ragihand: “Li sînorê navçeyên Kurdistanî yên dagîrkirî di hilbijartinan de binpêkirin û sextekariyeke mezin hatiye kirin. Rast e em li Kerkûkê beşdar nebûne lê aliyekî Kurdî û Heşda Şeibî gelek binpêkirin kirine û gelek gilî li wan hatine tomarkirin.”Delo wiha got: “Li sînorê Xaniqîn û Diyala rêgirî li gelek kesan hatiye kirin ku biçin ser sinduqên dengdanê û dengê xwe bidin. Beşek ji wan binpêkirinan ji aliyê YNKê bû û beşek jî ji aliyê Heşda Şeibî bû, ku endamên me bi zorê ji navendên dengdanê derxistine û nehiştine dengê xwe bidin û ev yek jî nayê qebûlkirin û emê li wan gilî bikin.
Pêş
04/06/2026
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re baştir bikin
04/06/2026
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
Têkildar
Balkêş e ?
Close


