Polîtîk

Necmedîn Kerîm soza parastin û rizgarkirina Kerkûkê dide

Îro 30.01.2020 Dr Necmeddîn Kerîm Parêzgerê berê yê Kerkûkê peyamek ji bo pênç sal li ser şehîdbûna Lîwa Şêrko Fatih Şiwanî û polek ji Pêşmergeyên hevsengerên wî belav kir û da zanîn ku Şehîd Lîwa Şêrko û hevsengerên wî li şevekî dereng ya şeva 30/kanuna dûyema /2015 bi navê pêşgirtina pêşketina dijminkarên dewleta terorîstiya Da’îş ya li nav bajarê Kerkûkê canê xwe gorî kirin.

Peyama xwe de Kerîm dibêje: Ew rûdana bi rûmet li dîroka Kerkûkê û parastina axa wê herdem bi zindî dimîne û bi destana berevaniya Kerkûkê wê bê nasîn.

Her wiha Dr Necmedîn Kerîm berdewamiya peyama xwe de dibêje: Li salvegera şehîdbûna Lîwa Şêrko Fatih Şiwanî û Lîwa Husên Mensur û hevsengerên wan, serê rêz û rûmetê ye ji bo rûhê tevahiya şehîdên rêya rizgarî û parastina Kerkûk û Kurdistanê diçemînîn. Heman demî de sozê didîn ku dirêjepêderê wê rêbazê bîn, ku bi navê wê da canê xwe gorî kirin.

 

Back to top button