Hevpeyvîn

Nêçîrvan Barzanî:Hilbijartinên aştiyane û şaristanî serkeftineke mezine

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta encamdana hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê peyamek ji bo hemwelatiyan ragihand.

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî:

Welatiyên hêja,
Rêzdaran, aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê!

Bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi germî pîrozbahiyê li tevahiya gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê dikim. Hilbijartin û pêvajoya dengdanê ji bo xurtkirina pêvajoya demokratîk a gelê Kurdistanê gaveke girîng bû. Hevkariya hemû aliyan ji bo serxistin û birêveçûna proseyê bê pirsgirêk cihê şanazî û pêzanînê ye. Di vê serketinê da gelê Kurdistanê qazanc kir.

Hilbijartin ji bo nûkirina rewatiya dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gihandina nêrîn û dengên xwe bi azadî ji bo hilbijartina nûnerên xwe di parlamentoyê da bû. Tişta ku bi rihê pêşbaziya aştiyane û beşdariya berfireh a welatiyan di kampanya û proseya dengdanê da hate dîtin, îsbat dike ku gelê Kurdistanê li ser pêdagirî bi prensîbên demokrasiyê û mafê xwe yê biryardayînê ji bo diyarkirina çarenivîs û paşeroja xwe bi îsrar e û nîşana zîndîbûn û zêdetir pêgihiştina çanda demokratîk a gelê Kurdistanê ye.

Gelek spasiya gelê Kurdistanê, hewl û xebatên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, UNAMI û Hikûmet û aliyên peywendîdar yên Iraqê û hemû aliyên peywendîdar yên ku di serxistina vê proseyê de beşdar bûn dikim. Pêdagirî û hevkariya we hemû aliyan kilîla vê serkeftinê bû. Em spasiya hemû aliyan dikin.

Hilbijartinên aştiyane û şaristanî serkeftineke mezine ku cîhan bi rêz û hurmet lê dinêre, lê ya ku vê serkeftinê temam bike û gelê Kurdistanê bi dilgermî li benda wê ye, ewe ku piştî pesendkirina encaman, divê aliyên siyasî di zûtirîn dem da hikûmetê pêk bînin.

Hikûmetek ku bikaribe aramî û aboriyek bihêztir û mafên zêdetir pêk bîne, şertê pêşîne yên vê qonaxê û pirsgirêkên niha avakirina paşeroja me ya hevbeş e. Ev jî bi ruhê bihevrabûn û biratî û hevkariya hemû aliyên siyasî û pêkhateyan dibe.

Silav li ser giyanê pakê şehîdan be.

Ji hemû aliyan ra serkeftinê dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21.10.2024

Back to top button