Civak

Nêçîrvan Barzanî: Zelmî roleka serekî ji bo guhertina yasayan hebû

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê  Kurdistanê û Cîgirê Srokwezîr û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê û kes û karên Mamosta Mistefa Zelmî û hijmarek parlemantêr û mamostayên olî û berpirsên îdarî û hizbî û hijmarek welatiyan, rêûresma çileya Zanayê mezinê Kurd û Cîhana Îslamî, Mamosta mistefa Zelmî rêve çû.Piştî pêşkêşkirina peyama Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û hijmarek peyamên din, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkêş kir û amaje bi vê yekê da ku erkê hikûmetê, xelkê Kurdistanê, cîhnana îslamî , zanistperwer û pêşketinxwazan ev e ku rêzê ji xizmetên zanistî û bîranîna mamostayê mezin û Xudê jê razî û Zanayê Kurd, Mistefa Zelmî bigirin.Kêfxweşiya xwe ji bo vegeryana Zelmî ji bo Kurdistanê nîşanda û ragihand di bîranînên xwe de nivîsandibû, ku min jê re gotiye venegere Bexdayê, me li Kurdistanê gelek pêwîstî bi te heye, wî daxwaza me qebûl kiribû. Ev yeke jî got Mamosta Zelmî peştir jî hizra vegeryan ji bo  Kurdistanê kiribû, lê nekarîbû çi daxwziyekê qebûl bike ku piştî raperînê jê re hatibûn pêşkêşkirin.Serokwezîr her wiha got her çi qas Mamosta Mistefa Zelmî bi fizîkî di nava gelê Kurdistanê de niye, lê berhem û reformên wî di nava yasayên Herêma Kurdistanê mane, bi taybetî derbarê mafên jinan, pitir ji 50 pirtûk û vekolîn di nava pirtîkxaneya kurdî û îslamî bi cih hêştiye, ku hinek ji wan bûne pirograma xwendinê li zankoyên Kurdistan û Îraqê û deverê, ku xortên vî gelî jê perwerde dibin.Ev yeke jî got ku pirtûkên Zelmî xwendî ye û li dema reformên hikûmetê jî, her dem hizra vê yekê kiriye ku Zelmî dikare alîkariya me bike. Lewma li yekem hevdîtina roja 12 Tîrmeha 2007 daxwaz ji Mamosta Mistefa Zelmî kir li Kurdistanê bimîne, ku her di vê salê de bi serperstiya wî û endametiya 10 kesên şareza, proje yasa ya barê kesêtî hate amadekirin û piştî heşt mehan li Parlemanê hate pejirandin.Her bi vê yasayê, şûdana keçam li temenê kêm û pir jinî bi pênc xalan hate mercdarkirin û li pirsa mîrat û wekheviya jin û mêran, keç û kuran pêşketinên mezim çê bûn.Li pareka din, Nêçîrvan Barzanî behsa jiyana Zelmî kir ku piştî melatiyê û xwendina zanista îslamî, bi hejarî çûye xwendingehê, gelek hogirê xwendinê bûye û li zanîngehên Îraq û Misrî xwendiye, ku di temenê 83 saliyê de doktoraya yasayê wergirtiye. Di dema melatiyê de razî nebû pare û padaşt ji xelkî werbigre, her ew dema ku kurekê wî ji ber nebûna xwarinê canê xwe ji destda.Her wiha got li dema Şoreşa Îlonê, pêşmergeyên birîndar di mala xwe de vehevandiye, li Qahire jî alîkariya nûnerên Şoreşa Îlonê kiriye. Sê caran digel Serokê Şoreşa Kurdistanê, Barzaniyê nemir civiye ye, li gor şiyana xwe xizmet kiriye.Li sala 1963, digel du kurdperwerên din peyama Barzaniyê nemor gehende Seyid Muhsin Hekîm li Necefê, piştî vê yekê ku Ebdulselam Arif daxwaz jê kiribû fetwaya helal kirina cîhad û xwîna kurdan bide.Her piştî vê serdanê, Hekîm zanî ku eva Arif derbarê vegeryana Gelê Kurd ji îslamê jê re gotiye, rast nebû.Li dawiya peyva xwe, serokwezîr xuyakir Zlmî ji bo zanist, maf û pêş xistina jiyana mirovan xebat kir û jiya. Kêfxweşiya xwe jî nîşanda ku piştî vemana wî li Kurdistanê , dest bi vegerandina pirtûkên wî bo ser zimanê kurdî û çend zimanên din hatekirin. Her wiha sersaxiya malbata wî kir û hêvî xwest Xudayê mezin sebûriya wan bide. 

Back to top button