Civak

50.000 pêşmerge beşdarî ûperasyona Musilê dibe, lê çewe?

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer daxuyand ku dê Hêzên Pêşmerge beşdarê operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin lê heta niha jî rola wan ne diyar e. Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand ku ji bo diyarkirina rola pêşmerge ya di operasyona rizgarkirina Mûsilê de, pêwîste Wezareta Pêşmerge li gel berpirs û fermandarên Artêşa Iraqê û hevpeymaniya navdewletî, bicive. Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge got: “Niha nêzîkê 50 hezar pêşmerge li navçeyên sînorê Nînowa hene. Lê hê jî hejmara pêşmergeyên ku beşdarê operasyonê bibin jî nehatiye diyarkirin.” Protokola leşkerî ya Kurdistan û Amerîkayê Roja 12ê Tîrmehê di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de protokolek leşkerî hate îmze kirin. Li gor vê protokolê dê Amerîka heta dawiya şerê DAIŞê alîkariya darayî û leşkerî bide Hêzên Pêşmerge. Derbarê mijarê de Berpirsê Ragihandina Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet jî ji Rûdawê ragihandibû ku dê protokol bi destpêkirina Operasyona Mûsilê, bê cîbicîkirin.

Back to top button