CîhanPolîtîk

“Divê kurd vê derfeta ragihandina serxwebûnê ji dest bernedin”

Rojnamevanê frensî François-Xavier Lovat di hevpeyvîna xwe ya kanala K24ê de got: “Kurd tucarî hewçend nêzî ragihandina serxwebûnê nebûbûn û niha kurd xwediyê hemû derfetên ragihandina serxwebûnê ne. Lê mixabin kurdan tim dijminantiya xwe kir û bûn qurbana welatên derdor. Lewma kurd ji bo armanc û hedefên xwe divê yekîtiya xwe saz bikin.”François-Xavier Lovat di sala 1963an de nêzî 6 mehan heval û hogirtî bi Mele Mistefa Barzanî û pêşmergeyan re kir û bi sedan wêne kişandin.Barzanî mirovekî bi wijdan bûLovat di berdewamiya axaftina xwe de behsa Mele Mistefa Barzanî kir û got: “Barzanî mirovekî fêhmker û bi wijdan bû. Bi saya derfet dayîna wî min hemû kare xwe bi serfirazî qedand, gelekî qedr û qîmet dida min. Dizanîbû wê bi kî re çawa dan û standinê bike. Wî gelek welatên dinyayê dîtibûn û di siyasetê de xwe pir bi pêş xistibû.”François-Xavier Lovat li KurdistanêRojnamevanê frensî di dawiya axaftina xwe de got: “Di demeke ku pêşmergeyên Kurdistanê ji bo parastina axa welatê xwe tekoşînê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê didin de, bila kes neçe ji konsolxaneyan û nebêje ma dema veqetandina me nehatiye? Lewma mafê çarenûsa di destê kurdan bi xwe de ye û kurd dikarin serxwebûna welatê xwe ragihînin.”

Back to top button