Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  pêşwazî li Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir û di civînê de derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhat û geşedanên herî dawî yên Mûsilê de gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê bi hev re civiyan û derbarê rewşa giştî ya Iraqê, pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê û rewşa parêzgeha Mûsilê bi hev re gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî di civînê de tekezî li ser giringiya hevkarî û hevahengiya navbera alî û saziyên pêwendîdar ên welat ji bo avedankirina navçeyên zirardîtî yên şerê DAIŞê kirin.

Herwiha herdu aliyan behsa rewşa awareyên Iraqî yên li kampên Herêma Kurdistanê kirin û tekezî li ser giringiya alîkarîkirina wan ji aliyê hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî ve kirin daku bikarin vegerin cihên xwe û navçeyên zirarîdtî bêne avedankirin.

Di civînê de Seroka Parlementoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd û hejmarek rayedarên din ên Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, berdewamiya danûstandin û diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera herdu aliyan, gotûbêjkirina rewşa navçeyê û çend mijarên din çend mijarên din ên civîna Serokwezîr Barzanî û Helbûsî bûn.

Back to top button