Nivîsar

Nêçîrvan Barzanî û rexneyên di ne cih de

Piştî hilbijartinên parlementoya Kurdistanê yên di havîna 2009-ê de çêbûn, serokê hukumeta herêma Kurdistanê hate guhertin û qabineyek nû hate avakirin. Ev li gora peymanekî di navbera du partiyan de bû. Wek din li tu derên dinyayê serokwezîrek serkeftî be, di hilbijartinan de partiya wî dengên herî zehf bistîne ji dev serokwezîriyê bernade û yek di nabe serokwezîr. Lê wek tê zanîn mercên taybetî yên Kurdistana Başûr û peymana di navbera du partiyên siyasî bû sedemê guhertinê.  Kesayetek wek Nêçîrvan Barzanî, hê di bihara siyasêtê de, dive xwedî porojeyên siyasî be û kar û xebatê jî ji bo vê yekê bike. Ev gelekî tiştek normale. Ji xwe eger Nêçîrvan Barzanî ne xwediyê tu projeyan be ji bo pêşeroja Kurdistanê, dê ev ne tiştek normal be.

Divê em ji bîr nekin ku, Neçîrvan Barzanî, gelek demek dirêj serokwezîriya Kurdistanê kiriye. Di demek herî zehmet de û di nav gelek pirsgirêkên siyasî û civakî de serokwezîrî kiriye. Qonaxek bû ku, elektrik, av, stumeni li Kurdistanê tunebû. Hewlêra paytext wek gundek mezin bû. Herkesê diçe Kurdistanê û tê, vê konaxê di aliyê civakî de baş dizane çewebû. Du hukumetên cuda hebûn û Nêçîrvan bû serokwezîrê qabineyek hevbeş û karî ew problemên ku heyî piraniya wan bi awayek zanebûn çareser bikin. Li vê derê ne hewceye ku, mirov behsa kar û xebata Neçîrvan Barzanî di dema serokwezîriya xwe de kirî bike. Lê bi kurtahî wî kurdistana wêran avakir û bû endezyarê avakirina Kurdistanê. Her tişta nûjen û serkeftî di Kurdistanê de muhra Nêçîrvan di bindeye.
Piştî qabîna 6-ê ya hukumeta herêma Kurdistanê hate avakirin, wan xebata Nêçîrvan Barzanî kirî, kirin cihê teqdîrê û herweha berdewambûna metoda kar û xebata Nêçîrvan ji bo xwe wek rêbaz li darxistin. Piştî Nêçîrvan Barzanî serdana Îran û Tirkiye kir û taybetî serdana Tirkiye, gelek erênî hat nirxandin û pêşevazîkirina wî ya di astek bilin de, dixweyê keyfa hinekan revand. Hinek malperên li Kurdistanê bi soranî weşanê dikin, li ser wan serdanên Nêçîrvan Barzanî hinek nirxandin kirin. Ew malper kifşin ku yên kîne û siyaseta wan jî diyare.

Herweha di Malpera ANF-ê de nivîsek ya Delil Firat derket. Li ser rewşa Kurdistanê nirxandinekî dike. Lê ji nirxandinê zehftir dixwazê bi awayekî PDK-ê û Nêçîrvan Barzanî  bi hinek tiştên ne rast tawanbar bike. Di vê nirxandinê de du xal gelekî balkêşin. Di xalek ji van de behsa rewşa guhertina li Iraqê û Kurdistanê çêdibe dike û di derbarê Partiya Demokrat a Kurdistanê de dibêje. “ PDK wek konfederasyonek ya eşîreta tê navkirin. Her çikas ji bo newê guhertin li berxe didê jî, lê di dawiyê de ew jî ket ber bayê guhertinê.“

Niha di vî warî de ez behsa PDK-ê û dîroka wê ya siyasî nakim. Ji xwe bi hemî awayî tevlî xêr û gunehên xwe miletê kurd vê partiyê nasdike û dîroka wê baş dizane. Lê gelo kî ev partî wek “ Konfederasyona Eşîran“ nirxandiye û bi vî çavî li vê partiyê dinêriya. Raste di salên 1970-î yan de  hinek kesan di bin bandora îdeolojiya çepitiyek di çewt de, ev partî bi awayekî wek partiyek eşaîrî didît. Lê çewtiya van nirxandinan di pratîkê de hate dîtin. Taybetî piştî sala 1991-ê, desthilatdarên Tirkiye bi tu awayî nexwestin ku, rastiya Kurdistana Başûr bibînin û bi awayî jî hewldanên mezin kirin da ku partiyên desthilat û serokên van Partiyan wek serokên Eşîra bidin naskirin û ev nirxandin di medya Tirkî de gelek kar anîn. Tirkan PDK wek “ konfederasyona Eşîran“ û serokê wê jî wek serokê “ Eşîrekî“ dinirxandin. Dijminên tevgera Kurd, bi hemî awayî dikare kurdan bi nav bike û dijminetiya wan bike.Navê wan dijmine.

Lê kesek bi navê kurdatiyê, li van nirxandinên Tirkan xwedî derkeve û di nivîsekî de bike babetek ev bi rastî gelekî balkêşe cihê wêye ku mirov mitaleyan li ser bike. Di van herdu hilbijartinên dawî li Kurdistanê û Iraqê ispat kir ku, rewşa PDK-ê çîye. PDK li Kurdistanê serkeftinek mezin destxist û kiryar û hewldanên xwe buye cihê baweriya miletê kurd. Serokê vê partiyê û serokê Kurdistanê bûye sembolê bawerî û istiqrarê di cîhanê hemiyê de. Bê goman divê PDK, rewşa xwe ya îro  gelek bi zîzî berçav re derbas bike, û xwe li gora pêwistiyê nûjen bike. Her partiyek di cîhanê de pêwiste xwe li gora mercên siyasî biguhere û dinamizmek nû peyda bike. PDK jî divê di kongreyê pêşiya xwe de, xwe welê nûjen bike ku da bikaribe bi hemî awayî bibe bersiva daxwaziyên miletê kurd. Ev partî û serokê wê, demana parastina destkeftiyên Kurdistanê ne. Ev yek berpirsiyariyek mezin dide li ser milê PDK-ê. Divê partî xwe ji bo pêşerojê nûjentir bike. Dixweyê ji bo vê yekê jî amedebûnek cidî heye.

Xala duyem di nirxandina xwe de, Delil Firat behsa serdana Nêçîrvan Barzanî ya li Tirkiye dike û dibêje: “ Pêwendiyên Nêçîrvan Barzanî, yên ticarî li gel Tirkiye gelekin. Ihtimala ku Nêçîrvan bête serê PDK-ê geleke. Tê xuyakirin ku Enqere, dixwazê di ayînde de Nêçîrvan Barzanî wek serokê PDK-ê bibîne. Dixweyê di nav partiyê de nexweşîyek di derbarê Nêçîrvan Barzanî de heye…“

Delil Firat her di nivîsa xwe de dide xuyakirin ku, “ Tê gotin“ “ Dibêjin“ “ tê kifşkirin“ Lê zelal nake ku, kî dibêje, kî dide xûyakirin yan jî kî dide kifşkirin. Ev gotinên şêlone. Dema mirov bixwaze dîtinekî bide kifşkirin yan jî di derbarê bûyerekekî de nirxandinekî bike, bila mirov vekirî û bi awayek zelal dîtinên xwe bije. Lê bi gotinên ne zelal û weşartî, bi xwe jî delîleke ku tenê tê xwestin hinek binê tawanbarkirin.

Pêwendiyên Nêçîrvan yên ticarî peyveke ku gelek caran rojnameyên Tirkî kar tînin û dixwazin vê yekê wek kemasiyek ji bo Barzanî bi kar bînin. Nivîskarê ANF-ê dibeje ,Tirk dixwazin Barzanî bibe serokê PDK-ê. Ev yek aybek mezine. Ji bo nivîskarek kurd kemasiyek ya kesayetiyê ye. Raya giştî ya kurd di van deh salên dawî PDK-ê jî Nêçîrvan Barzanî jî gelek baş naskirine. Hêdî hewldanên bi vî awayî tu feydeyê nadin kesekî.

Pêwendiyên Nêçîrvan Barzanî gelek şefaf û vekirine. Dema serdana welatekî dike berpirsiyarên van welatan pêşewaziya wî dikin û herweha serdana wî di medya wan welatan de tê nirxandin û behsê tê kirin. Mirov tucaran ji pêwendiyên şefaf natirse. Lê hinek pêwendî hene ku mirov nizane destê kî di berîka kî de ne. Eger ev tiştên weşartî bêne dîtin û gotin her tişt dê vekirîtir bixweyê.

Mirov her demî dikare rexna li PDK-ê û Nêçîrvan Barzanî bike. Rexne tiştek başe. Lê dema di bin navê rexnegiriyê de dijminatî bête kirin ev dibe tiştek din. Kêmasî divê em gelek bi dikat bin ku bi zimanê dijmin li nirxan xwe nenêrin û wan şirove nekin. Eger  wan wek nirxên xwe nebînin ji xwe tu gotina min tuneye.

24.04.2010
Dara Bilek

Back to top button