Barzanî “Em paşaroja xwe li Iraqê de dibînin”
![](/wp-content/uploads/2023/10/Rojev.jpg)
Gazete Haberturk / Amberin ZAMAN
Me geşta xwe ya ku heftiyeke li çiyayê Qendîl heta Erbilê dom dikir, bi hevpeyvîneke li gel Mesud Barzanî navê yekemê Kurdistana Iraqê ku demeke dirêje hevpeyvînê taybet nedikir bi dawî anî. Me li gel birêz Barzanî li qesra wî ya bi navê Serê Bilind ku tê wateya Serê Birûmet û nîv demjimêr dûrî ji Erbîlê li nahiyeya Selahaddînê hevdîtineke taybet pêkanî. Gelek bi dilxweş xuya dikir. Piştî hilbijartinên Iraqê, piştgiriya hemû Kurdan wergirt û hemû grupên siyasî ku dixwestin hikûmetê pêkbînin, nûnerên xwe dişandin li cem Barzanî û pêşniyarên xwe digihandin û bazara wan hê jî didome. Dema ku pêwendiyên li gel Tirkiyê wekî kaş û nişûfiyan dianî ziman min got “Em ji xetên sor hatin mehfurên sor”. Keniya. Barzanî, ji vê rûpela nû ya ku li gel Tirkiyê re vebûye gelek memnune. Konsolxaneya Giştî ya ku piştî serdana dîrokiya Ahmet Davutoğlu hate vekirin, encama herî diyarê germahiya pêwendiyane. Militanên Pkk û serkirdayetiya wê ku li ser tixûbên Îranê hebûna xwe didomandin demeke dirêj di navbera Enqere û Barzanî de bû sedema nerazîbûnan. Barzanî, dijî Pkk operasyonên leşkerî red dikir, niha jî êdî tu daxwazeke wiha nemaye. Me ji Barzanî pirsên pêşketinên dawî yên Herêmê û Tirkiyê kir.
*** Min dema ku we û Wezîrê Derveyê Tirkiyê li ber ala Kurdistana Iraqê û Tirkiyê de dît min bawer nekir û min ji xwe re got “Gelo ev xewne?”. Gelo hûn di derdarê vê yekê de çi dibêjin?
– Li vir jî gelek kes wekî we hizir kirin. Ew jî bawer nedikirin ku gihiştiye vê astê. Lê belê di dema ku serokê welatek, biryarên rast û dirûst û politikayên rast, bîne holê, wê demê xizmeta aştiya herêmê dike. Lê berî her tiştî ew xizmeta welatê xwe û xizmeta berjewendiya hemwelatiyên xwe dikin.
*** Gelo li gor we, li vî xalî de rola partiya Dad û Geşepêdanê çi bû?
– Îro birastî jî pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyê gelek bi rêkûpêk û başe. Ji bo hevkariyê bi pêkve bingehek hate destnîşan kirin. Ev bingeh roj bi roj berfireh dibe. Desthilata ku li Tirkiyê heyî, guhertinên gelek mezin li Tirkiyê de kirin. Yekem, nêrîna Tirkiyê hate guhertin. Dema ku mirov wan nêrînên berê ber bi çav bigre, birastî jî mirov dibîne ku tiştên Partiya Dad û Geşepêdanê kirine gelek tevgerên bi wêrekîne. Xwedî bi biryar tevgeriyan. Bi taybetî ew hengavên ku ji bo vekirina demokratîk hatine avêtin, ne hengavên biçûk bûn.
*** Lê belê piştî ku êrîşa Pkk ya li meha 12.2009 an de çêbû ku bû sedema mirina 7 leşkerên Tirk ên li qezaya Reşadiye ya Tokatê bû sedem ku pêşiya pêvajoya vekirina demokratîk de astengî çêbibin…
Em hê jî hêviyên xwe yên ji bo vê pêvajoyê diparêzîn. Rastî jî eweye ku bi rijandina xwînê û bi şer, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Ev yek êdî ji aliyê her kesekî ve tê zanîn. Li Tirkiyê hem ji aliyê Hikûmeta medenî û hem jî ji aliyê leşkeran ve, hebûna peymaneke bi vî awayî tê hîs kirin. Her du alî jî êdî bi awayeke cuda nêzîkî pirsgirêkê dibin. Em dixwazin ev pêvajo berdewam bike. Em naxwazin Reşadiye li hember vê pêvajoya vekirina demokratîk de bibe asteng.
*** Li vî warî de hûn tevgerên Pkk çawa dinirxînin?
Pkk gelek bi bê berpirsiyarî tevgeriya. Hem êrîşa Reşadiye, hem jî dema ku ji Xaburê derbasbûn (Mebest gruba Mexmur û Pkk yiyên ku meha Cotmehê de têketin hundir) Ew tevgerên wan yê şahiyê gelek çewt bû. Hassasiyetên raya giştiya Tirkiyê li ber çav negirtin û bi vî awayî tevgeriyan. Lê mixabin ev pêvajo pêdivî bi sebir û hevdû têgihiştinê heye.
*** Li pişt êrîşa Reşadiye de kî hebûn?
Li gor min hemû serkirdeyên Pkk ne agahdarî wê êrîşê bûn û ne jî di wê êrîşê de cîh girtibûn. Bi îhtîmaleke mezin hinek kesên ku di nava rêxistinê de dixwazin şer bidome û berjewendiya wan li ser rijandina xwînê ye yek ji wan gruban vê êrîşê pêkaniye. Hem li Tirkiyê, hem jî li nav Pkk de hinek mirov hene ku li ser şerê debara xwe dikin.
*** Xwarziyê we û Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê berê yê birêvebiriya Herêmê, sala par gote min hinek xebatên me yên MIT(Rêxistina Hewalgiriya Netewî) jî di nav de heye ku em Pkk bê çek bikin. Gelo ev kar hê jî didomin?
Belê dê bidomin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em her dem ji bo alîkariyê amadene. Em aştiyê dixwazin û bi kerema xwedê dê aştî jî çêbibe. Eve berpirsiyariyeke me yê herî mezine ku em paşarojeke ronahî ji bo jîl û nifşên nû pêkbînin. Divê Hikûmeta Tirkiye bi awayekî li gel Pkk pêk bê, ji ber ku bi şer û xwînê ev pirsgirêk çareser nabe û em nagihijîn tu deverî.
*** Em kengê dikarin li Tirkiyê we bibînin?
Hêvî dikim di demeke pêkhatî de ez werim, lê birastî kengê û li çi demî be, ez nikarim niha tiştek bibêjim.
*** Wate tu vexwendineke fermî ji aliyê Tirkiyê ve ji bo we nehatiye?
Nexêr heta niha nehatiye.
“Em paşaroja xwe li Iraqê de dibînin”
*** Piştî duyemîn hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê hê jî hikûmet nehatiye damezrandin. Kurd ku rewşeke kilîlî dene, wisa dixuye Malikî ku Tirkiye û Emrîka îddîa dikin ew li bin bandora Îranê deye, ew dixwazin hun şûna Malikî li gel Ellawî hevpeymaniyê bikin.
Eger em destkariyên li Kerkûkê deynin aliyekî bi awayeke giştî hilbijartin paqij derbas bû. Li Kerkûkê ji ber destkariyên hinek gruban bi awayeke zelal hêza wan li encamên sindoqan de diyar nebûn. Û Emrîka jî… tu tedaxul û destkariyek li vî derbarî de nekir. Ellawî hevaleke min ê nêzîke lê belê bi pêkve ew hêza me tûne em hikûmetê damezrînin. Li Iraqê çar grubên cuda hene. An dê hemû pêkve hikûmetê pêkbînin an jî bi pêkhatina sê gruban. Nêrînên Tirka bi xwe heye. Ew zêdetir nêzîkî Ellawî ne. Lê belê ez bawer nakim ku pêwendiyên wan raste rast li gel Ellawî hebe. Tirkiyê zêdetir li gel hinek nav û hevpeymanên Ellawî re pêwendî daniye. Ew jî dê guh bidin Tirkiyê.
*** Mebesta we de ew kes kîne?
Hinek kesên Beesî û Turkmen lê ez li vir rawestim. Ji xwe her kes dizane ew kîne.
*** Ji bo tevlîbûna pêkanîna Hikûmeta nû de şert û mercên Kurda çine? Hûn dixwazin Kerkûk vegere ser Herêma Kurdan.
Li gor me meseleya herî girîng, girêdayîbûna destûre. Kerkûk be, parvekirina dahata neftê be, mafên demokratîk bin, destûra me ya Federal ji bo van hemû pirsgirêkan çareseriyê diyar kiriye.
*** Daxwaza Kurdan ya serxwebûnê didome? An hûn xwe wekî beşek ji Iraqê dibînin?
Ez wekî Kurdekî bawer dikim ku serbixweyî mafeke me yê sirûştiye. Û em vê mafê xwe diparêzin. Lê belê rastiyeke din jî heye ku Kurd li çar welatên cuda cuda dijîn. Ev perçebûna Kurdan astengan û zehmetiyan derdixe holê. Heta ku ew girêdayî vê destûrê bin em paşaroja xwe li Iraqê de dibînin.
“Ji bo min mîsogeriyên ku Barack Obama dayî, bese”
*** Barack Obama, got heta sala 2011 emê hêzên Emrîka ji Iraqê vekêşin. Li Iraqê ku hê jî pevçûnên nîjadî didomin, gelo ev vekêşan ji bo we pirsgirêkeke ewlehiyê dernaxe holê?
Min vê meseleyê berî sê mehan li gel Serok Obama nîqaş kir. Ewî got “Ji Iraqê vekêşana leşkeran, nayê wê wateyê ku dê pêwendiyên me li gel Iraq û Kurdan kêm bibe”. Ji xwe li vir ya girîng ne ewe ku çiqas leşkerên Emrîkî li Iraqê hene, ya girîng ewe ku berev stratejiyeke berfireh ve diçe an na. Di vî warî de hinek mîsogeriyên ku Obama daye me besê mene. Ji ewlehiyata me ez tu gumanan nakim. Li herêma me de hebûna baregeha Emrîka bi tenê li gor peymana ku li navbera Emrîka û Iraqê de hatiye wajo kirin de dikare bête hizir kirin.
Wergera ji Tirkî
Mîrhac Mistefa