Polîtîk

Konferansa jina kurd li Diyarbekirê destpêkir

Diyarbekir – Konferansa  Jina Kurd li Diyarbekirê destpêkir. Ev konferans ji aliyê Tevgera demokratîk a jinên azad ve hatiyê daxistin. Ji derweyê welat û ji beşên din yên Kurdistanê jî gelek jin di vê konferansê de amade bûne. Di vekirina Konferansê de Leyla Zana axaftinek kir û xirhatina jinên kurd yên li konferansê amade bûyîn kir.

Zana di axaftina xwe de got ku; jina kurd di tebîetê xwe de aşitî xwaze. Zana  got: “ Ji bo em îro li vê derê bicivin me gelek lez kir. Îro di vê civînê de jin ji hemî beşên Kurdistanê û derveyê welat amadene û hatine bav hev. Ev yek wek ronesansekiye ji bo jina kurd. Ev cejna jina kurd e. Em di xwebata aşitiyê de tişta bikeve ser milê me bikin, hêvî dikim ku şîrê jinan û xwîn tevlîhev nebe“

Piştî hinek axaftin bi minasebeta vekirina konferansê hatin kirin , konferans ji derê medya yê re girtî civîna xwe berdewam kir.

Back to top button