Polîtîk

SHK “dijî teroristan em bi yek hêz bin”

Li demek de ku Iraqî xwe ji bo pêşwazî kirina li qonaxek nû ya li piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran amade dikin ku vê dawiya hate encam dan, bi mebesta asteng kirina li ber danustandinên alî û qewareyên siyasiyên Iraqî ji bo pêkanîna Hikûmeteke nû, dibînîn ku êrîşên terorîstan berev zêdebûnê ve diçe. 

 Ew zîncîre teqînên li Bexdaya paytext û qezaya Xalidiye ya ser bi parêzgeha Remadî ku hejmareke zêdeyê ji hemwelatiyên bê tawan bûne qurbanî ji bo rû birûbûna terorîstan û bi tundî bersîvdana wan wisa pêwîst dike ku em rêzên xwe yek bixîn.

 Em wekî Serokayetiya Herêma Kurdistanê li van teqînên ku li her parçeyeke axa Iraqê rû dide azarê dikşînîn, ji bo wê yekê bi tundî wê kiryara terorîstan protesto dikîn ku mebesta wan ruxandin û têkbirina îradeya Iraqiyane ku bi van kiryaran naruxê û her çiqas giran jî be em li parastina azadî û jiyana nû de berdewam dibin.

 Ji bo vê rûdawa nexweş ji xwedayê dilovan hêvî dikîn ku giyana şehîdan bi dilovaniya xwe biparêze û bi behuşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi kesûkarê wan bibexşê û daxwaza başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazîn. Her wiha ji bo pêşwazî kirina li birîndaran û çareser kirina wan û pêşkeş kirina xizmetguzariya wan amadehiya nexweşxane û dezgehên pizîşkiyên li Herêma Kurdistanê derdibirîn.

 Dûbare van êrîşên terorîstiyan protesto dikîn û ji bo hişk kirina jêderên teror û dawî anîna wê û parastina ser û malê hemwelatiyan û berev pêşbirina karwana demokrasî û proseya siyasî daxwaz ji aliyên pêwendîdaran dikîn karekî bi lezgînî bikin.

 Berdevkek bi navê

Serokayetiya Herêma Kurdistanê (SHK)

23 Nîsan 2010

Back to top button