Nivîsar

Nêçîrvan Barzanî û rastiya Kurda

Neçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê, ji berî demekî di panelekî de ku ji aliyê Enstitûya Lekolîna li Rojhilata Navîn ve hatibû li darxistin axavtinek kir. Barzanî behsa rewşa siyasî ya herêmê kir. Beşek di axavtina xwe de Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa Suriye û rojavayê Kurdistanê kir.

Çend xalên girîng di axavtina Nêçîrvan Barzanî de evbûn:

. Min pêwendi li gel general Mazlûm Kobanî heye. Min ew dîtiye û bi rêya telefonê li gel wî kiset dikim.

. Dema wezîrê derve yê Rusya hatî Kurdistanê min jê daxwaz kir ku, hewlbidin li gel Suriye da ku pirsa kurd li Suriye bi awayek aşitiyane bê çreserkirin.

. Mesuliyeta me herêma Kurdistana Iraqêye. Em tedexûlê karê kesekî nabin. Lê kû derê em bikaribin emê pişgiriya birayên xwe bikin û tişta bê milê me emê ji bo wan bikin.

. Ji bo Kurdên Suriye jî tişta em bikaribin emê bikin da ku ew bigihin mafên xwe.

. Min daxwaz ji PYDê û ENKSê kiriye ku yekrêzbin daku bikaribin behtir mafên xwe biparêzin.

. PKK hewlda ku meşrutiyetekî bi rêya kurdên Suriye destvebîne.

. Divê Kurdên Suriye xwe ji PKKê cuda bikin.

. Tirkiye ji mere gotiye ku problema wan PKK ye. Herweha gotine em Ala PKKê li sinorê xwe naxwazin.

Hinek aliya û taybetî PKK û hevalbendên xwe ji bo vê axavtinê rexne li Nêçîrvan Barzanî kirin. Ewên ku rexna dikin naxwazin rastiya Kurdistana Rojava bibînin û tenê hewldidin siyasetê bi şîaran bikin û bi hestên gelê Kurd bileyzin.

Pêwendiya Barzanî li gel General Mazlûm PKKê gelekî ne rihat dike . Ji ber ku tirsa PKKê ya herî mezin ewe ku Kurdên rojavayê Kurdistanê ji derê PKKê siyasetê bikin û yekitiyekî di nava xwe de peyda bikin.

Gelo li rojavayê Kurdistanê tu cara PKKê doza dewlet Kurdî kiriye? PKK ji bo navê Kurdistanê winda bike tenê bi gotina “rojava“ bi karanî . Rojekî PKKê Ala Kurdistanê li rojavayê Kurdistanê bilind kiriye. Herweha Ala Kurdistanê qedexe kir.

Di desthilatdariya PKKê de rojavayê Kurdistanê bû zindana kurdên ku ji derê PKKê siyasetê dikin.

Eger îro serokê Herêma Kurdistanê li gel Fermandarê giştî yê HSDê pêwendiyekî hebe û hewl bide yekitiyekî di nava Kurdan de rojavayê Kurdistanê ava bike û herweha li gel welatên wek Amerika û Rusyayê ji bo destxistina mafê kurdan li rojava bixebite, ev tiştek gelek pîroze û heviya hemû Kurdane ji bilî PKKê.

Nêçîrvan Barzanî siyasetek reel dike û hemû hewldanên wî ji bo rizgarkirina Kurdên rojavayê Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî xwediyê wê cesareta siyasîye dema berjewendiyên kurda dikeve holê tu cara xwe ji rastiyê nade aliyekî ya rasteqînî dibêje.

Ew kesên yan jî aliyên Nêçîrvan Barzanî rexne dikin, naxwazin li Kurd rojava azad bibin. Ji derê siyaseta PKKê li Kurd rojava tevbigerin , ev yek rêya destxistina mafên rewa yên Kurda li Suriye digire.

Gotara Nêçîrvan Barzanî ji hestên wî yên netewî Kurdistanî hatiye pêş û têgandina siyaseta li ser erdê ye û rastiya heyî dibêje.

Siyasetmedarek wek Nêçîrvan Barzanî ji bo hemû Kurdan şanseke û kurd divê wek nirxek netewî li kesayeta Barzanî ş siyaseta rêve dibe binêrin.

12.11.2019

Dara Bilek

Back to top button