Civak

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser çaksaziya Wezareta Pêşmerge kir

Serok Nêçîrvan Barzanî wekî yek ji karên pêşînên Serokayetiya Herêma Kurdistanê, tekez li ser proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge û rêxistina Pêşmerge dike û ji bo vê mebestê aliyên peywendîdarên Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge radispêrê ku lîjneyeke taybet ji bo dûvdaçûna proseyê pêkbînin û hengavên kirdarî li rêxistinê û warên kargêrî û yasayî û dariştina peykera Wezaretê û hêz û pêkhatên Pêşmerge da bavêjin.

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, îro dûşem 11/11/2019 li Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo ku ji nêzîk ve agahdarî hengavên dawî ya proseya çaksaziya li Wezaret û rêxistina Pêşmerge bê, li gel Wezaret û Fermande û Piledarên Pêşmerge civiya.

Li civînê de ku birêzên Cîgirên Serok û Wezîr û Fermande û Piledarên Pêşmerge amade bûn, bi dirêjahî guftûgoya wan hengavan kirin ku li çarçêweya proseya çaksaziya Wezareta Pêşmerge da heta niha ji bo yekxistina Pêşmerge hatine avêtin û tîşk xistin li ser wan gîr û giriftên têne ber proseyê, her wiha çendîn pêşniyar û têbînî ji bo bi lezkirin û serkeftina proseyê xistin rû.

Li civînê de spasî hevkarî û piştgîriya hevpeymanan bi taybetî Amerîka, Brîtanya û Almanya kirin ku ji bo serxistina proseyê ji nêzîk ve li gel Wezareta Pêşmerge kar dikin. Her wiha biryar hate dayîn civîneke dewrî ji bo dûvdaçûn û serxistina proseyê bê encamdan.

Back to top button