Civînê destpêkir
Peyamnêrê Rûdawê yê li Stenbolê, Rawîn Stêrk ragihand, îro derdora saet 15:00 piştî nîvro karwana otomobîlên Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re gihîşte Koşka Dolmabahçeyê û hevdîtina navbera herdu aliyan destpê kir.
Duh şev Erdogan ragihandibû, ku roja înê dê mêvanekî min ê taybet hebe û gotibû, ew dê li Stenbolê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.
Piştî destbikarbûna wî weke Serokê Herêma Kurdistanê, ev dibe yekemîn serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê.
Herwiha ev serdana Nêçîrvan Barzanî di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de dibe yekemîn serdana wî bo derveyî welat jî.
Tirkiye û Herêma Kurdistanê xwedî pêwendiyên bihêz in, her çend piştî referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ku di 25ê Îlona 2017ê de hate encamdan, peywendiyên herdu aliyan sar bûn, lê belê piştre qonax bi qonax ber bi başbûnê ve diçe.
https://www.facebook.com/kurmancirudaw/videos/570838453440180/