
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serkeftina tîma Amedsporê ya topapê pîroz kir û hêvî kir ku nûnertiya herî baş a Amedê bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyameke pîrozbahiyê de got, “Bi germî û ji dil Amedsporê pîroz dikim ku ji bo Lîga Superê bi ser ket. Ev serketin li hemû piştevan û alîgirên Amedsporê pîroz be”.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, “Em bi vê serketina Amedsporê pir şa bûn, hêvîdar in ku ew ê hertim bi ser keve û nûnertiya herî baş ya Amedê bike”.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de got, “Her bijîn, her hebin”.


