Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî serdana Partiyên siyasî dike

Di çarçoweya serdanên xwe yên bo navend û baregehên partiyên siyasî yên Kurdistanê de îro Cîgirê Serokê Partiya demokrata Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî tevî heyeteke mekteb siyasiya PDK-ê serdana mekteb siyasiya partiya zehmetkêşên Kurdistanê kir.

Sekreterê partiya zehmetkêşên Kurdistanê Belên Ebdulah bi germî pêşwaziya wan kir û piştî merasima pêşwaziyê jî di civîneke dostane de çendîn babet û mêjarên rojane hatin nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî û Kemal Şakir

Herweha Nêçîrvan Barzanî, di çarçoweya serdanên xwe yên bo navend û baregehên partiyên siyasî yên Kurdistanê, serdana partiya Sosiyalîst ya Kurdistanê kir û ji aliyê Sekreterê partiya han Kemal Şakir ve hate pêşwazîkirin.

Hêvdîtinên cîgirê serokê PDK-ê ji bo diyaloga di navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê gelekî girînge û hewldaneke ku li Kurdistana Azad de di vê prosesa zîz kurd ji bo parastina destkeftiyên xwe yekdeng bin.

Rojevakurd

Back to top button