Nêçîrvan Barzanî serdana Kusret Resul kir

Li bajarê Silêmaniyê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civînek li sekreterê giştî yê YNKê û cîgirê Celal talabanî Kusret Resul pêkanî.

Di hevdîtinê de  piranî li ser rewşa siyaî ya kurdistanê, Iraqê û herêmê hate sekinandin. Herdu aliya jî behsa  girîngî û pêşdebirina pêwendiyên stratejîk di nava herdu aliyan de kir.

Di civînê de behsa girîngiya navmala kurd hate kirin. hate gotin ku divê ji o berjewendiyên netewî kurd di nav xwe de yek helwest bin û kar ji bo vê yekê berdewamî bête kirin.

Herweha di derbarê dayînstandinên li gel hukumeta Iraqê herdu aliyan jî pêwistiya rêya diyaloge anîn rojevê.Çareserkirina kêşeyên heyî divê bi rêya diyalogê bête kirin. Ev rêya herî başe.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: