Nêçîrvan Barzanî serdana Kurdsatê kir
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Silêmaniyê serdana dezgeha medyaya Kurdsat kir û hêviya serkeftin û pêşkeftinên zêdetir jê re xwest. Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê serdana dezgeha medyaya Kurdsat kir û ji aliyê Hêro Îbrahîm Ehmed, Berpirsa Giştî yaw ê dezgehê û rêveber û karmendên wê ve bi germî hat pêşwazîkirin.Di çarçoveya serdana xwe bo Silêmaniyê de û bi mebesta ji nêzîk naskirina awayê kar ê dezgeha medyaya Kurdsatê, serdana beşên wê yên cuda kir û matmayî ma bi wê dezgehê ji hemû aliyan ve.



![Pageviews: 48 [BA]](http://kdp.info/grafik/social/nPageHits.png)


