Nêçîrvan Barzani: Pêwendiyeke me ya dîrokî bi Îranê re heye û roj bi roj pêş dikeve

Nêçîrvan Barzani di konferansa Diyalogê ya li Tehranê de got, “Me bi Îranê re têkiliyeke dîrokî heye û ew têkilî roj bi roj pêş dikeve.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyê ku beşdarî Konferansa Diyalogê ya Tehranê dibe, şeva Şemiyê gihîşt Îranê.
Serokê Herêma Kurdistanê di civînê de behsa çend mijarên girîng ên Herêma Kurdistanê kir.
Barzani got, “Me bi Komara Îslamî ya Îranê re têkiliyeke dîrokî heye, û ev têkilî roj bi roj pêş dikevin. Îran yekem welat bû ku di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kir.”
Di mijareke din de, Nêçîrvan Barzani li ser pêşketinên Iraqê û têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê de axivî.
Barzanî got: “Iraq welatekî pir girîng e û dikare di pêşerojê de roleke pir girîng bilîze. Bexda di çarçoveya destûrê de bi Herêma Kurdistanê re mijûl nabe. Divê Bexda meseleya federalîzmê bi Herêma Kurdistanê re çareser bike. Meseleya Kurd bi şer û xwînrijandinê çareser nabe. Em ê alîkariya pêvajoyê bikin, ne ku destwerdanê bikin. Ev pêvajo cidî ye,”
Diyaloga Tehranê dê du rojan bidome û sibê bi dawî bibe.
Pêwendiyên bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de hene. Ev serdana çaremîn a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye bo Tehranê.