Polîtîk

Nêçîrvan Barzani li Bexdayê

Ofîsa cîgirê serokê PDKê û serokwezîrê herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.Duh 01.10.2018ê serokwezîrê herêma Kurdistanê û cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeyekê ve serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir.Li gor daxuyaniya ofîsa cîgirê serokê PDKê, piştî geheştiya Nêçîrvan Barzanî ya li Bexdayê li gel wan rêveberên ku navê wan li xwarê hatî nivîsandin, hevdîtin û civîn pêkhatine.- Serokî Hevpeymaniya BînaHadî Amrî.- Rêveberê Hevpeymaniya Bîna Falih Feyyaz- Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm- Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî- Serokê Hevpeymaniya Wetanî Eyad Ellawî- Desteya Siyasî ya Tevgera Sedr- Rêveberên Hevpeymaniya MîhwerLi gor heman daxuyaniya ofîsa cîgirê serokê PDKê di hevdîtinan de gotûbêja rewşa siyasî ya Iraqê, pirsa helbijartinên serokkomarê Iraqê û parastina berjewendiyên hemû pêkhateyên Iraqê hatiye kirin.

Back to top button