Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro roja yakşemiyê 10.01.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Ludvayîk Aşer cîgirê serokwezîr, Jenîn Hêns Pilaşxart wezîra parastinê û general Tom mîdin Dorb sopasalarû Holendayê kir û di civînekê de şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember serdanan bo herêma Kurdistanê nîşan da û sipasiya xelk, pêşmerge û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku karîne rûbirûyê hovtirîn rêxistina terorîstiya cîhanî bibin û hemû pêkhateyên herêmê, bê cudahî, ji êrîşên terorîstên DAÎŞê biparêzin.Şandeya Holnedayê sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, tevî wê kirîza êkonomiya heye, herêma Kurdistanê pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberan kiriye, hewndine û alîkariyên pêwîst jê re berdest kirine û tekîd kir ku welatê Holendayê dê li ser pêşkeşkirina alîkariyên mirovî û leşkerî bo herêma Kurdistanê berdewam be.Şandeya mêvan ew çaksaziyên hikûmeta herêma Kurdistanê di warê êkonomî de destpkirine bilind nirxand û amadehîya welatê xwe ji bo her hevkariyekê di vê çarçoveyê de nîşan da.Serokwezîrê Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, sipasiya serdana şandeya Holendayê kir û ew alîkariyên di ware însanî û leşkerî de pêşkeşî herêma Kurdistanê dikin bilind nirxandin.Serokwezîr behsa wê kirîza êkonomiya li herêma Kurdistanê heye kir û diyar kir ku, ji bona çareserkirina wê kirîzê hikûmeta herêma Kuridstanê dest bi çaksaziyan kiriye û hêvî xwest ku welatên dost di vî warî de alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federala Îraqê kir û got ku herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsan digel Bexdayê bi danûstandinê çareser bike. Barzanî eşkere kir ku ji bona rizgarkirina wan deverên di bin destê terorîstên DAÎŞê dene, hikûmeta herêma Kurdistanê dê hevkariyê bi Îraqê re bike.