Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî dest bi amadekaryên avakirina hikûmetê kir

 

Îro (15.01.2012) li ofîsa cîgirê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) , Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê PDKê digel Elî Bapîr emîrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê û heyeta pê re civiya.

Di civînê de ku, Fazirl Mîranî sekrterê polîtbûro û Mesrûr Barzanî endamê polîtbûroya KDP amade bûn, Nêçîrvan Barzanî rewşa siyasî ya Îraqê û deverê bi giştî û rewşa herêma Kurdistanê bi taybetî nirxand.

Di vê civîna di navbera PDK û Komeleya Çslamiya Kurdistanê de, rewşa navxweyîya herêma Kurdistanê, pêwîstiya yekrêziya hêzên siyasiyên herêma Kurdistanê di vê qonaxa nazik de ya ku Îraq û dever tê de derbas dibe, çewaniya xurtkirina têkeliyên navbera hêzên siyasiyên herêma Kurdistanê ji bona parastina destkeftiyan, xweştirkirina jiyana hevwelatiyan, parastina emiyeta neteweyî û pêşxistina tecrûbeya herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.

Beşdarên civînê tekîd li ser wê yekê kir ku Kurdistanê ji kevin de mînaka pêkvejiyana ol û netewyên cihê ye û divê hemû alî ji bona parastina vê pêkvejiyanê bixebitin û pabded bin.

 

Her di vê civînê de behsa kirîza siyasiya Îraqê û xebatên serokatiya siysiya herêma Kurdistanê ji bona dîtina rêyeke çareseriyê ji bo wê kirîzê û bi cihkirina şitî û aramiyê di navbera hêzên siyasiyên îraqî de hat kirin.

PDK vê mehê dê serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê ji Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê werbigire û kandêdê PDK bo wergirtina postê serokê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî ye. Nêçîrvan Barzanî jî dixwaze hikûmeteke piralî ava bike.

 

Back to top button