Barzanî fikrên xwe li hember kirîza siyasiya Îraqê diyar kirin
Duhî yekşemiyê (15.01.2012) William Burns cîgirê wezîra derve ya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê bi serdanek efermî gihişte Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê û li Selahedînê ji bal Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Di civîneke navbera cîgirê wezîra derve ya Amerîkayê û serokê Kurdistanê de ku, sefîrê Amerîkayê yê Îraqê û konsulusê konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê amadebûn, kirîza siyasiya heyameke tê Îraq ketiye tê de û çewaniya çareserkrin û jinavbirina wan astengiyên ketine di rêya pirosesa siyasiya Îraqê de hatin gotûbêj kirin.
Serokê Kurdistanê dîtin û fikrên xwe li hember kirîza siyasiya Îraqê û encamên wan dîdar û hevdîtinên bi aliyên cihê yên îraqî re li dor rewşa aloza Îraqê kirine ji şandeya amerîkayî re berçav kirin.
Barzanî got ku, ew, ji bona lihevnêzîkirina dîtin û helwestên cihê yên aliyên siyasiyên îraqî berdewam dixebite û wî careke din piştgiriya xwe ji bo hewilên serokomarê Îraqê Celal Talebanî ji bona sazkirina kongreyeke niştimanî ku, hemû aliyên îraqî tê de beşdar bin diyar kir.
Serok Barzanî got ku, ew mesele û pirsgirêkên heta nuha nehatine çareser kirin divê di wê kongreyê de bên çareser kirin, bikevin warê piraktîkê û ji bo bicîkirina her meseleyekê jî demeke bê destnîşan kirin.
Cîgirê wezîra derve ya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê pesna xebatên serok Barzanî ka çawa bi însiyatîva xwe karî hemû aliyên siyasyên îraqî li hev bicivîne û hikûmeta nuha ava bike.
William Burns dilgiraniya xwe li hember kirîza siyasî ku Îraq ketiye tê de diyar kir û got ku hikûmeta Amerîkayê bi giringî li çawaniya çareserkirina wê kirîzê dinêre û tekîd li ser wê yekê kir ku, baştirîn çareserî jî cîbicîkirina rêkeftina Hewlêrê ye, ”jiber ku hemû ew meseleyên îro bûyne sedemê peydabûna kirîza siyasî li wê rêkeftinê hatibûn behis kirin.
William Burns cîgirê wezîra derve ya Amerîkayê got ku pêwîste di wê kongreya niştimanî ya pêşniyar kirî de nexşerêya îdarekirina welat bê diyar kirin, şirîkatiya rasteqîne û tewafiqa niştimanî weke ku di rêkeftina Hewlêrê de hatîne behis kirin, bên tespît kirin.
William Burns silavên her yek ji serok Obama, Joe Biden cîgirê serok û wezîra deve ya Amerîkayê gihanidin serok Barzanî.