Cîhan

Serok Barzanî sipasiya kurdistaniyan kir

Mesûd Barzanî serokê  Kurdistanê berî çend rojeke li ser malpera xwe ya Facebook ê di derbarê du babetan de ev du pirsên li jêr pêşkeşî raya giştî kiribûn.

 Biryara sê aliyên opozîsyona herêma Kurdistanê ya beşdarînekirina di civînên pênçalî de.

Encamên dawiyê yên komîteya lêkolîna bûyerên Zaxoyê

 

Bi hezaran komentar, bersiv û pêşniyar li ser wan her du pirsan ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hatin nivîsîn û kurdistaniyan eleqeyeke mezin nîşan da.

Li hember vê yekê ku, kurdistaniya eleqeyeke xurt nîşan da, serokê Kurdistanê li ser malpera xwe ya Facebookê sipasiya kurdistaniya kir û dibêje:

Xuşk û birayên delal!

Ji bo nivîsîna raman û nêrînên we yên li ser wan her du pirsiyarên ku, me berî çend rojeka pêşkeşî we kiribûn, dixwaz im sipasiyeke gerim li we yên birêz, yek bi yek  bikim. Piştrast bin ku em dê wan hemû têbînî û dîtinên we bi cidî werbigirin û ew li ba min gelek giringin.

Nûçeya peywendîdar:
https://rojevakurd.com/politik/9249-Serok-Kurdistan-raya-Kurdistaniyan-werdigre.html
Back to top button