Hevpeyvîn

Eger destûr ji bo miletan be, divê dewlet daxwazên gel bi cih bîne

Ji Rûdawê  Firat Baran hevpeyvînek li ser rojev û rewşa siyasî li gel parlementerê Amedê yê Ak Partiyê Galip Ensarioglu pêkanî. Di vê hevpeyvînê de Ensarioglu bersiva pirsên Rûdavê dike û di hinek babetan de rojeva siyasî  dinirxîne.


Parlamenterê AKP-ê yê Amedê Galip Ensarioğlu diyar kir ku pêvajoya pêşîvekirina demokratîk her çiqas dem bi dem qut bibe jî, lê dom dike. Ensarioğlu gotinên Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan ên weke “Çi dibe bila bibe, ev pêvajo wê bidome” bi bîr xist û destnîşan kir ku hikûmet bi biryar e vê pêvajoyê bibe serî. Ensarioğlu bal kişand ku Alîkarê Serokwezîr Bülent Arinç gotina “Li Tirkiyeyê Tirk xwedî kîjan mafî bin, Kurd jî wê xwedî heman mafan bin” li ser navê hikûmetê gotiye û da zanîn ku ev gotin wê hem di makezagona nû de û hem jî di pakêta demokrasiyê de bi cih bibe.

Axaftina Arinç a di parlamentoyê de li ser navê hikûmetê bû

Alîkarê Serokwezîr Bülent Arinç di hevdîtinên budceyê de, di meclisê de got “Tirk xwedî kîjan mafan bin, Kurd jî wê xwediyê heman mafan bin”. Alîkarê Serokwezîr Beşir Atalay ku berpirsyarê pêşîvekirinê ye, eşkere kir ku wê pakêteke demokrasiyê bê vekirin. Hikûmet amadekariya pêşîvekirineke nû dike?

Di raya giştî de xeletfêmkirinek heye: pêvajo qut bû lê pêvajoya pêşîvekirinê bi dawî nebû.  Mixabin dema tundî zêde dibe, alozî derdikevin û ev pêvajo qut dibe. Lê ti caran hikûmetê dev ji vê pêvajoyê bernedaye. Jixwe dema hikûmetê ev îrade eşkere kir, Serokwezîr got “Çi dibe bila bibe, ev pêvajo wê bidome”. Ji ber vê yekê di pêvajoya hilbijartinê de, ji ber atmosfera hilbijartinê, ev pêvajo hinekî qut bû. Lê piştî hilbijartinê serokwezîr dîsa eşkere kir ku ev pêvajo wê bidome. Bi taybetî jî axaftina Birêz Arinç a di meclisê de, li ser navê hikûmetê bû. Wî ev axaftin li ser navê xwe nekir. Ev axaftin di hizûra Birêz Serokwezîr de hatiye kirin. Di wê axaftinê de îfadeyên pirr zelal hene. “Li Tirkiyeyê Tirk xwedî kîjan mafan bin, Kurd jî wê xwedî heman mafan bin. Ji bo vê yekê çi pêwîst bike, wê hikûmet bike”. Piştî vê axaftinê Birêz Beşir Atalay, ku pêvajoya pêşîvekirinê bi rê ve dibe, eşkere kir ku ew di nava amadekariya eşkerekirina pakêteke nû ya demokrasiyê de ne.

Di pakêtê de wê çi hebin?

Di vê pakêtê de wê li ser mafên azadiya derbirînê, derbarê têkoşîna li dijî terorê de, tiştên ku pêwîst nake di makezagonê de cih bigrin, hin sererastkirin bên kirin.

Di pakêtê de wê perwerdehiya zikmakî jî hebe?

Mafê perwerdehiya zikmakî û ravekirina welatîbûnê, mijareke siyasî ye û divê di makezagonê de bê çareserkirin. Bi beşdariya hemû partiyan komîsyona makezagonê hate avakirin. Ev komîsyon bi awayekî erênî vê pêvajoyê dimeşîne. Ev pirsgirêk wê li wir bên çareserkirin.

Tekane tiştekî ku neyê guhertin desthilata Xwedê ye û ev jî ji bo bawermendan wisa ye

Di komîsyonê de divê hemû partî li hev bikin. CHP û MHP li dijî guhertina hin xalên makezagonê ne. Di rewşeke wiha de, wê di vê komîsyonê de makezagoneke ku pirsgirêkan çareser bike, derkeve?

Di makezagonên demokratîk de xalên ku neyên guhertin çênabe û divê xaleke wiha tune be. Tekane tiştekî ku neyê guhertin heye; ew jî desthilata Xwedê ye û ev jî ji bo bawermendan wisa ye. Eger makezagon ji bo miletan be, divê dewlet daxwazên gel bi cih bîne û gel çi bixwaze, ew tişt pêk bê. Kesên ku xalên divê neyên guhertin dixin makezagonê, baweriya wan bi gel tune ye. Di vê komîsyonê de endamên hemû partiyan wê pêşî li ser xalên ku li hev dikin biaxivin û piştre xalên din ên ku li ser li hev nakin, bînin rojevê. Niha li ser xalên ku li hev dikin, xebat tên meşandin.

Gotinên Arinç ên di hevdîtina budceyên meclisê de, wê di pakêta demokratîkbûnê û makezagonê de bi cih bên, an na?

Helbet, helbet wê bi cih bên. Hikûmeta me bêyî ku li benda makezagonê bisekine, wê hin tiştên ku hewcedarî bi guherînên makezagonê tune ye yek bi yek bi cih bîne. Ev yek wê bi rêya pakêda demokratîkbûnê bi cih bên. Mijarên ku guhertina makezagonê eleqedar dike jî wê di makezagona nû de cih bigrin.

Eger kesek xebatên derzagonî bike, wê ji encamên vê yekê jî razî be

Hûn li aliyekî dibêjin wê pêvajoya demokratîkbûnê bidome û ji aliyekî ve jî polîtîkayên ewlekariyê li pêş in. Operasyon zêde dibin û di çarçoveya operasyonên li hemberî KCKê de gellek kes tên girtin. Ev yek bi xwe re şik û gumanan tîne…


Galip Ensarioğlu:
KCK, PKK bi xwe ye û rêxistineke derzagonî ye. Hemû kes divê bizanibe ku kesên di nava KCKê de kar dikin, encamên vê yekê dizanin û ev encam dane ber çavên xwe. Bila herkes li ser navê wan xemgîn nebe. Eger kesek xebatên derzagonî bike, wê ji encamên vê yekê jî razî be. Hemû pirsgirêk ev e; dema ev tişt tên kirin, bê rêk û pêk tên kirin. Carnan girtina siyasetmedaran wijdanê raya giştî aciz dike, diêşîne. Girseya ku ray dane wan, vê yekê weke mudaxaleya li hemberî îradeya xwe dinirxîne. Divê ji kesên ku siyaset weke rêbazek ji xwe re hilbijartine re fersend bê naskirin, rê bê vekirin. Di nava van girtiyan kesên weke şaredarên Şirnex, Êlih û Serokê BDPa Amedê Firat Anli, Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Muharrem Erbey û akademîsyen Büşra Ersanli jî hene. Ev kes nasên me ne, em hev nas dikin. Eger hûn van kesan bigrin, hûn ê wijdanê raya giştî biêşînin. Pêvajoya darazê didome. Kesên ku vê yekê dimeşînin rasterast ne hikûmet e. Ev bê rêk û pêkî zirarê dide me jî. Eger dadgerek pêvajoya darazê ya 3 sal in didome ji ber parastina bi kurdî bixitimîne, ev yek nayê qebûlkirin. Ji bo dadger a girîng îfadeya kesan e. Ew îfade bi kîjan zimanî hatibe dayîn ne girîng e. Lê mixabin li Tirkiyeyê tiştên wiha dibin, divê ev tişt bên sererastkirin.

Kesên ku dibêjin hikûmetê ev komkujî plan kir, bêwijdaniyê dikin

Li gundê Roboskiya Qilebana Şirnexê 35 sivîl hatin qetilkirin. Ji bo vê yekê hate gotin “qezaya operasyonê” ye. Hin kesan got “MÎTê Serfermandariya Artêşê şaş agahdar kir”. BDPê jî got dewletê komkujî bi plan kiriye. Li gorî we çi bû?

Hikûmet berpirsyarê îradeya dewletê ye, eger berpirsyariyek hebe, divê hikûmet vê berpirsyariyê bigre ser xwe. Eger di vê bûyerê de îhmal, xeletî hebe, divê ew kesên ku ev xeletî û îhmal kirine, bên cezakirin û zirarên mexdûran jî bên tanzîmkirin. Ji ber vê yekê hikûmetê ji roja ewil de vekolîna edlî û îdarî da destpêkirin, bi ser vê bûyerê de diçe. Ji bo ku ser vê bûyerê neyê girtin, çi pêwîst bike, hikûmet dike. Kesên ku dibêjin hikûmetê ev komkujî plan kir, bêwijdaniyê dikin. BDP bila li dijî me muxalefetê bike, lê bila tiştên li derveyî wijdan nebêje, ev yek nayê qebûlkirin. Eger hikûmet fermaneke wiha bide, yekem kesê ku li dijî derkeve, ez im, ma tiştekî wiha dibe?

Gelo dibe ku hin kesên dixwazin hikûmetê tengav bikin, ev tişt kiribin?

 Helbet dibe. Ji vê bûyerê herî zêde hikûmetê zirar dîtiye. Li Tirkiyeyê berê jî tiştên wiha çêbûn. Di 30 salên dawî de tiştên wiha çêbûn.

Gelo kê ev yek kir, dibe ku Ergenekonê kiribe?

Gumanên bi vî awayî hene. Em dizanin ku di nava dewletê hin çete hene. Lê ev çete êdî hesab didin. Serfermandarê Artêşê yê berê hate girtin. Hikûmeteke wika heye ku li pêşberî qanûnê hemû kes wekhev e. Divê qîmeta vê yekê bê zanîn.

Serfermandarê berê hate girtin lê serfermandarê nû weke serokê partiyeke siyasî derbarê pirsgirêka welat de axaftina xwe didomîne…

Galip Ensarioğlu: Ji vir û şûnde wê herkes hedê xwe bizanibe. Demokratîkbûn di rojekê de çênabe. Ev pirsgirêkeke kulturî ye. Divê elimandinên wiha terk bikin. Herkes divê peywira xwe bi cih bîne, memûr memûrtiya xwe, siyasetmedar divê siyasetê bike.

 

Firat Baran

Back to top button