Civak

Nêçîrvan Barzanî: Danielle Mitterand hêjayî naznavê (dayîka kurdan) e

Bi minasebeta wefatkirina Danielle Mitterand dosta dêrîna gelê kurd, Nêçîrvan Barzanî cîgieê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê peyameke sesaxiyê pêkeşî malbat û dostên xwedêjêraziyê kir:

Bi bihîstina wefat kirina dosta dêrîna gelê kurd û palewana dadperwerî  û mafên mirovî xatûn Danielle Mitterand, ez  gelek xemgîn û dilgiran bûm.

Min çend carekan ew xatûna birêz dîtiye û min helwestên wê yên li hember doza rewaya gelê kurd, bi taybetî di rojên dijwar de, bilind nirxandine.

Ez kêfxweş bûm ku xwedêjêrazî berî demekê karî serdana herêma Kurdistanê bike  û xwendingeha Danielle Mitterand li Hewlêrê veke.

Gelê kurd weke qehremanekê li xatûn Danielle Mitterand dinihêre û wê tu carî wê jibêr nake.  Bê guma ew hêjayî naznavê (dayîka kurdan) e û nifşê bê dê wê bi rêz û hurmet li bîr bîne.
Careke din sersaxî û hevxemiya xwe pêşkeşî  malbat û dostên xwedêjêraziyê dikim.

Back to top button