Kitêba Stranên Komatey ya Rizgar Kêsteyî derket
Kitêba helbestvanê kurd Rizgar Kêsteyî ku, ji 47 helbestan pêk tê bi navê (Stranên Komatey) ji aliyê weşanxaneya Yekêtiya Nivîskarên Kurd li başûrê Kurdistanê li bajarê Duhokê kete kete bazarî.
Kêsteyî, Stranên Komatey bi her du tîpên erebî û latînî bi kirmanciyek dewlemdn, xweş û zelal nivîsîne û piraniya helbesatan di qonaxa pêşmergatiyê de ji destpêka salên 80î ji sedsala borî hatîne nivîsîn. Helbestvan di hevpeyvîneke xwe de diyar dike ku wî di sala 1979ê de ku hêşta ew li qonaxa sinfa şeşê ya seretayî bû, dest bi nivîsandina helbestan kiriye.
Piraniya helbestên Kêsteyî bi awayekî strankî vehandîne, lê helbestên azad jî di nav de hene. Stranbêjê naskiriyê Kurdistanê Hesen Şerîf gelek helbestên Kêsteyî kiriîne stran weke: Mizgîn ey şehîd, heyla li me heware, ez Kurdistan im, Poşmanî, bahoza mişextiyê û gelekên din.
Her çiqas çend hlbestên li ser evîniyê jî hen e, lê piraniya Stranên Komatey helbestên şoreşgerî ne û bêhna xebat, berxwedan, pêşmergatî û şoreşê jê tê.
Her ji navê kitêbê (Stranên Komatey diyare, ji ber ku Komate devereke li ser sînorê Kurdistan (Îraq) û Tirkiyeyê çirîskên şoreşe Gulanê ji wir det pê kirine.
Kêsteyî gelek ji helbestên xwe li ser derd û janên kurdan nivîsîne weke ew dibêje: Li geliyekê Kurdistanê.. Li şeveka tarî û reş di kunca şkeftekê ve dayikekê zarokê xwe di culandkekê da di hejand û bi vî awayî xemên dilê xwe vala di kirin û di got:
……………………..
Layê layê
Layê layê
Çima îşev te xew nayê..?
Siwarên me…!
Evroke li nîva meydanê…
Çima xorîna wan nayê..?
Were li min û evê xemê..
Vê belayê..
Ji bilî zêmar û giriyê..
Dengê nalîn û qêriyê..
Qet çi dengê dîtir nayê
Layê layê
Layê layê
Çima îşev te xew nayê..?
…….
Helbestvan Rigar Kêsteyî bi vê helbetsa xwe wesfa şehîd dike û dibêje;
Şehîd
Ewrek hat yê reş û tarî
Esmanê warê me tev girt
Xem û kovan jê dibarî
Cîhan hejiyaw…
Kurdistana me lerizî
Ligund û şara bûye şînî
Kenî û xoşî…
Ji dêmê bihara me dizî
Keçên ciwan…
Xemla xwe tev de şîn kirin
Wan veçirî….
Pirçê xwe yê reng helzî
Çeper girîn
Çiya girîn
Gare gazî di ketê metîn!
Dilê me tev bûye birîn
Gulên baxa!
Zêmar girêda û çirmisîn
Çûçkên biharê nexwandin
Kew û bilbil ji hev pirsîn!
Gotin: Gelo!
Çi behiye…?
Çi şîniye…?
Çi reş ewre
Bi ser warê me da girtiye?
Gotin: Barkir….
Xatir xastin..
Pêşimergê law û qareman
Gelek hîvî di dilî da man
Belê ewê…
Bo azadiya welatê xwe…
Dibîte qurban
Herê saxe û qet namirît
Û namirît
Ew hêze ji bo dil û giyan
U nîşane ji bo Kurdistan
Lê piştî başûrê Kurdistanê hatiye azad kirin Kêsteyî bi vî awayî bang li şehîdên Kurdistanê dike:
Mizgîn
Mizgîn ey şehîd roja me helat
Berê xwîna te azadî xelat
Dagîrker nema şadî bo me hat
Kenî û bişkurîn dagirtî welat
Rabe ji xewê çavên xwe veke
Ji nava gurê serê xwe rake
Cîhan bihare li dor xwe mêzeke
Mizgîn me anî xwe xembar neke
Ev çeperê te baxçê gulane
Li dor gora te şahî û dîlane
Qîz û xurtên te li hev civiyane
Alaya rengîn bilind hildane
Me her li bîre şer û cengate
Awaz û stiranên tivenga te
Dujmin xwe nedigirt li ber sînga te
Xayin direvîn ji ber denga te
Her di helbesteke xwe de Kêsteyî bang li cîhanê dike ka gelê çima; Yasa û mafên mirovan ew çima ji bo me nînin û dêblje:
Heyla li min heware
Heyla li min heware bira li halê me kurda
Çend sal û zemanin em dijîn bi van kul û derda
Gernas û egîd bûyin ketîn destê nemerda
Welat kirin çar parçe me dest dozê berneda
Yasa û mafên mirovan ew çima ji bo me nînin?
Ev dujminên şovînî me weku mirov nabînin
Ew dixwazin bi carekê me ji erdê hilînin
Ma qey şerm û gunehe ku em jî azadiyê bibînin
Xudan dîrûk û axîn, xudan huner û cengîn
Ji bo aştiyê kevokîn, bo cengê şêr û pillingîn
Neviyên mîdiya û kardoxîn, li cîhanê bi navudengîn
Lê îro jîn dozexe bê leşker û ala rengîn
Divê ku em xwe nasikîn, da rizgar bibîn ji bin destan
Xudan bîrubawer bîn em, bi netewe û nîştman
Li benda biyaniyan qet welat nabe gulistan
Zend û baska em helkîn da bibîn xudan Kurdistan
Rizgar Kêsteyî jî weke her helbestvanekî di hindek helbestên xwe de ketiya davên evînê û bûye derwîşê evînê û dilê wî jî hatiye dîl kirin dema dibêje:
Poşmanî
Min to hosa nas nekirî
Roja ku te dil dîl kirî
Min got to bihara minî
Dê dergehê xeman girî
Di vîna teda bûme derwêş
Min barkirin tev kul û êş
Te bi nazî dil jimin bir
Ma qey ji min dixwazî hêş?
Bi dilê sava şirîn şahê
Sihir li min kir sal û mehê
Ez biliblekê kûvî bûm
Çewa zû xistim rekehê!
Wek bîblka herdû çava
Kar xezala mina sava
Bi evîn û naz min xwedî kir
Wê agir berda hinava
Te got: Bixatira te bi êkicarî
Êdî ne dostî, ne yarî
Lê ka bipirse ji dilê xwe
Ka çi agir lê dibarî!
Her bike girî to poşmanê
Ronidik bên xwar wek baranê
Soz û evîna min day te
Nabîniye ve li jiyanê
Rojevakurd