Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 04.09.2015ê, bi telefonê digel Ebdula Kurdî bavê Alan Kurdî, yê wêneyên wî yên karesatî cîhan hejandî, axivî û sersaxî li wî û balbata û kasûkarên wî kir û hevxemî û hevsoziya xwe pê re parve kir û xemgîniya xwe li hember jidestdana her du zarokên wî Alan û Xalib û hevjîna wî Reyhan Şeto diyar kir. Serokwezîr hêvî kir ku Xwedayê mezin dilrehetiyê û sebir û tehemulê bi wan de.Serokwezîr Nêçêrvan Barzanî xemgîniya xwe jibo hemû koçberên rojavayê Kurdistanê ku di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji destdane, nîşan da.Bavê Alan, bi navê xwe û malbata xwe, sipasiya serokwezîrê Kurdistanê û hevxemî û beşdarkirin di sersaxiya de kir û got: Hevbeşî û beşdariya we di xem û sersaxiya me de dilrehetî û serbreke mezin ji min û balbata min re da.