Cîhan

Nêçîrvan Barzanî bi serdana wezîra Kanadayê kêfxweş e

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê, îro roja çarçemiyê 12.02.2014ê li bajarê Hewlêrê digel Lîn Yalîç wezîra dewletê bo karûbarên derve ya Knadayê bi serokatoya şandeyeke ku, ji sefîrê Kanadayê yê Îraqê û hijmareke diplomatkar û berprisên wezareta derve ya kanadayê pêkatibû, civiya.

Di civînê de, wezîra dewletê bo karûbarên derve ya Kanadayê ku, yekem wezîrê/a Kanadayê ye serdana herêma Kurdistanê dike, kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftin û îdareya serkeftiya herêma Kurdistanê nîşan da û got ku, welatê wê dixwaze têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re di hemû waran de û bi taybetî di warê siyasî, aborî, kulturî û civakî de berfirehtir bike.

Wezîra Kanadayê got: Hikûmeta Kanadayê şirket û kompaniyên kanadayî teşwîq dike ku, li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe, bi taybetî di warê enerjî û zîraetê de,  birazîn in û beşdariyê di pirosesa pêşxistin û binyatdanana herêma Kurdistanê de bikin.

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe de got ku, ew bi serdana wezîra Kanadayê bo herêma Kurdistanê kêfxweş in û herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên piralî digel Kandayê hebin. Barzanî got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê amadeya hemû alîkarî û hêsankariyan bo wan şirket û kompaniyên akanadayî, yên dixwazin li herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê çandinê de, sermayerazandinê bikin, bike.

Back to top button