CivakRojev

Nêçîrvan Barzanî beşdarî veguheztina cenazeyên geştiyarên li Zaxo hatin kuştin de kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî termê 9 geştyarên ku di encama topbarana Zaxo de jiyana xwe ji dest dabûn şandin Bexdayê.

Serokê Herêma Kurdistanê piştî danîna destegul li ser termên qurbaniyan, çû cem xizmên wan û hevxemiya xwe xwest û hembêz kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha beşdarî di veguhestina termê zarokê ku di encama topbarana Zaxo de jiyana xwe ji dest dabû kir.

Back to top button