CîhanRojev

Wezîrê derve:Divê Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî li Iraqê rawestîne

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku ji bo lêkolîna li ser bûyera topbarana gundê Perex li Zaxoyê bi serokatiya şandekê serdana wî gundî kir, piştî serdanê ragihand ku topabran ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin. Husên herwiha got, berdewambûna operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li nav axa Iraqê nayê qebûlkirin û tekez kir, “Divê Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî li Iraqê rawestîne, lêborînê ji gelê Iraqê bixwaze û tazmînatê bide malbatên şehîd û birîndaran.”

Artêşa Tirkiyê duh Çarşembê 20ê Tîrmeha 2022an cihekî geştyarî li gundê Perex ê ser bi rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê li parêzgeha Duhokê topbaran kir. Li gor daxuyaniyên fermî yên rayedaran, di encama topbaranê de 9 kes hatin kuştin û zêdeyî 30 kesan jî birîndar bûn.

Li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, şandeke pilebilind a siyasî-emnî bi serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên serdana cihê topbaranê li gundê Perex ê ser bi Zaxoyê ve kir û derbarê bûyerê de lêkolîn kir.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên paşê li cihê bûyerê preskonferansek saz kir û ragihand, êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin û diyar kir, “êrîş tawaneke mezin û dijminatiyeke aşkere ye li dijî gelê Iraqê.”

Fuad Husên got, “Em sersaxiyê ji malbatên kesên ku ji ber vê bûyera trajîk şehîd bûne re dixwazin. Ev tawaneke giran û eşkere ye li dijî gelê Iraqê. Ev cihê geştiyariyê yê aram ji aliyê topxaneya Tirkiyê ve hatiye topbarankirin. Ev gundê geştyarî yê xweşik bi 4 topan hatiye armanckirin. Bi sedema wê kiryara leşkerî ya tirsonekî hejmarek kes şehîd û birîndar bûn, di êrîşê de 9 kes şehîd bûn ku di nav wan de zarok hene, 31 kes jî birîndar bûn.”

Wezîrê Derve yê Iraqê diyar kir, milmilanî û nakokiyên navbera Tirkiyê û PKKê pirsgirêkeke navxweyî ya wan e got, “Tirkiye û PKK nakokî û nakokiyên xwe yên navxweyî derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin.

Fuad Husên herwiha got, “Divê Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî li Iraqê rawestîne, lêborînê ji gelê Iraqê bixwaze û tazmînatê bide malbatên şehîd û birîndaran.”

Wezîrê Derve yê Iraqê destnîşan kir ku Iraq dê hemû rêkarên dîplomatîk ji bo rawestandina operasyonên leşkerî yên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê bikar bîne.

Di berdewamiya axaftina xwe de Fuad Husên ragihand, “Mijara xweparastinê erkeke qanûnî ye û beşek ji yasayên navdewletî ye. Hikûmeta Tirkiyê û artêşa Tirkiyê dibêjin ku ew xwe biparêzin, lê topbarankirina gundekî aram û kuştina xelkên sivîl û geştyaran, ev ne xweparastina rewa ye.”

Wezîrê Derve yê Iraqê bi bîr xist ku di navbera Tirkiyê û Iraqê de têkiliyên dîrokî, erdnîgarî û aborî hene û got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Tirkiyê û Iraqê me her tim serî li rêya diyalogê daye. Berdewamiya operasyonên leşkerî li ser axa Iraqê nayê qebûlkirin. Operasyonên leşkerî û nakokiyên di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de, di esasê xwe de nakokiyeke navxweyî ne, ku ji bo Kurdistana Iraqê û Iraqê tê hinardekirin. Encama wê jî ji bo gelê Iraqê karesat e.”

Back to top button