Nêçîrvan Barzanî behsa referendûma Skotlandayê dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê li ser referenduma serxwebûna Skotlendayê diaxive û di bersiva pirsan de dîtin û têbîniyên xwe berçav dike. Serokwezîr di hevpeyvîna xwqe de dixwaze ku, ka çawa London dengê skotiyan bihîst Bexda jî bi heman awayî dengê herêma Kurdistanê bihîze.
Ev li jêr hemû hevpeyvîna serokwezîr:
Malpera KRG: Birêz serokwezîr, me têbînî kiriye hûn girinigeyeke gelek mezin bi referendûma serxwebûna Skotlandayê didin, çima?
Serokwezîr: Ev pirosese ji bo min gelek balkêş e û ji bo hînbûnê jî ji dersan tejî ye. Birîtaniya yek ji berdewamtirîn demokrasî ye di cîhanê de. Tradîsyona karê parlamentoyî li wî welatî ji bo çen sed salan vedigere. Yek ji pêkhateyên dewletên kevin e, yekêtiya navbera gelên cuda. Yek ji împratoriyên mezin bû, çend kîşwer di bin destê wê de bûn. Di hindek demên gelek giring de siyasetmedar û hêza leşkerî û şoreşa pîşesazî Keyaniya Yekbûyî di vê cîhana ku îro em tê de dijîn de pêkanî. Beşek herî mezin ji dewletên îroli cîhanê hene yan dîrekt ji aliyê Keyaniya Yekbûyî hatine dirust kirin, yan li jêr kar û îlhama hizira aborî, serwerî û mafên gelan ji bo biryardan li ser paşeroja xwe ku, li Birîtaniyayê serî hildaye, dirust bûn.
Malpera KRG: Çi dewlet di xeyala we de hene ku, li cûrê Keyaniya Yekbûyî be?
Serokwezîr: Belê. Dema Birîtaniyay mezin Îraqa îro di sala 1920ê de dirust kir, hindek diplomat û berpirsên birîtaniyayî li ser teoriya Keyaniya Yekbûyî li ser Îraqê kar kir. Wan kesan piştgiriya kurdistaniyan dikir ku li jêr desthilata şêx Mehmûd de yekbigirin û digel Şanişîna Haşmî yekbigire û bi hev re Şanişîna Yekgirtuya Îraqê pêk bînin. Mixabin dawiyê ew teorî bi ser neket. Ya bi destvehatî padşayetiya Haşimî bû.
Malpera KRG: Bi dîtina we, em dikar in çi ders ji referendûma serxwebûna Skotlandayê hîn bin?
Serokwezîr: Tiştê ku dîreket tê ser hizira min eve; baştirîn awayê pêkvejiyana gelên cuda, li her welatekî de be, pêkvejiyaneke bixwestek be. Rêkeftina niha navbera Skotlanda û Keyaniya Yekbûyî sê sed sal berê bû. Heta di welatên demokratîk yên kevin jî de, weke Birîtaniya, xelk di her demekê de pêkhateya siyasî dixine jêr pirsiyarê. Partiya Nasyonalîsta Skotlandayê jî xwest sirûştê demokrasiya dewleta Birtaniyayê tecrûbe bike û daxwaza referendûmê kir. Ew derfet jê re hat dan û piraniyê biryar de digel Birîtaniyayê bimîn in. Tevî wan hemû pirsên hesasên hatîne minaqeşe kirin jî, bi dîtina min ew pirosesek gelek giring bû. Miqaysekirin digel çendîn welatên din ku ji bona bi hev re biminin dixebitin, lê siyasetmedarên birîtaniyayî rûbirûyê metirsiyên mezin yên dabeşbûnê bûn, demokrasî û paşeroja welatê wan bihêztir bû. Referendûma Skotlendayê rê ji yên bawerî bi serxwebûnê hebû da, heta ji xelkê Skotlenda bipirsn gelo ew dixwazin digel welêt bimînin yan na? Ev mînakek a bilind a pirosesa demokrasiya aştîxwazane ye, dûr ji şerê navxweyî, şidet û dagîrkirinê ku, li hindek beşên din yên cîhanê tê dîtin dema miamile digel doza neteweyî dikin.
Malpera KRG: Hûn çi hevbeşeiyekê digel rewşa me li herêma Kurdistanê û li Îraqê dibîn in?
Serokwezîr: Belê, beguman. Divê em gelek bi kûrî û bi cidî li rewşa xwe li herêma Kurdistanê binêrîn. Me rêkeftineke federalî digel Îraqê heye. 4/5 dengderan li sertaserî Îraqê destûra federaliya Îraqê qebûl kiriye. Ji hîngê were heta nuha çendîn madeyên giringên desturê li benda cîbicîkirinê ne.
Me hilbijartinên demokratîk encam dane, gelê me li benda encama ye; Divê em rewşa jiyana hevwelatiyan baştir bikin, divê asayîşa Kurdistanê dabîn bikin, me pêwîstî bi biryara dawiyê ji bo cîbicîkirina madeya 140ê heye, divê em ji wê yekê dilrehet bin ku, êdî em nabin êxsîrê xwestekên siyasetmedaran li Bexdayê, heta bizanîn kengî û ka dê beşa xwe ya destûrî ji dahatiniyê Îraqê wergirîn yan na? Me pêwîstî bi wê yekê heye em hest bikin em beşekin ji welatekî ku tê de pêdawîstiyên me, xemên me û hêviyên me bi cidî tên wergirtin.
Nuha piraniya dengderên skotî biryar da digel welêt bimîn in, divê hikûmet li Londonê bizane beşek giring ji xelkê Skotlandayê xema wan têkeliyên paşerojê digel West Minester e. Ez gelek pê kêfxweş bûm dema min bihîst serokwezîr birêz David Kameron soz da desthilatên zêdetir bi beşên cudayên welêt bide. Ez hêvîxwaz im min jî guh li siyasetmedarên Bexdayê bibe bêjin: Gelê Kurdistanê, em dengê we dibihîsin û çareseriya xemên we dikin, ji ber ku em nikarin het hetayê wek beşdarek bêhêvî we rabigirin, cîhan di nav guhetinan de ye û em jî divê xwe bigiherin.