Dema kareseta Şingalê bûyî rewşa siyasî ya tevgera kurd baş tê zanîn. Kî çi kir, kî çi got kijan aliyê siyasî çi helwest danî. Dema mirov van hemûyen bîrbîne û baş binirxînê, dê rewşa Kobanê baştir zelal bibe.

DAÎŞ ne îro derketiye hole. Eve demek dirêja li Suriye beşek ji axa Surî û beşek ji Kurdistana Rojava kontrol dike. Pêwendiyên DAÎŞê û şere DAÎŞê li gel rejima Suriye jî têne zanîn.

Ji berî 3 mehan berê xwe dan Iraqê û piştre jî Başûrê Kurdistanê. Karaseta Şingalê û komkujîya Şingalê bo sedema pêvajoyek din li cîhanê û Kurdistanê.
Niha di serî de Amerika dewletên Rojava arikariya Pêşmergeyan dikin. Pêşmergeyan hêza DAÎŞ şkênand û roj bi roj Kurdistanê heta hinek deverên ereban jî li Iraqê ji terorîstên DAÎŞ pakij dikin.

Îro DAÎŞ berê xwe da Kobanê. Demekî de serokê PYD digot me çek ji DAÎŞê kirîne.  Sedemê çibû? Nayê zanîn.

Îro DAÎŞ berê xwe da Kobanê. 60.000 insan ji deverên Kobanê koçber bûn derbasî  Bakurê Kurdistanê bûn.

Li ser her kurdekî ferze parastina Kobanê bike. Ji berî her tiştekî divê PYD, YPG, PKK rê bide aliyên din yên Rojava da tevlî şer bibin. Bi hezaran pêşmergeyên PDK-S li Başûrin dixwazin derbas bibin parastina xaka Kurdistana Rojava bikin. Lê YPG rê nade.

Niha ji berî her tiştekî pêwiste PYD û hemû aliyên siyasî li peymana Hewlêr vegerin û rojek zûtir hêzek leşkerî hevbeş pêkbînin. Hemû aliyên siyasî vê yekê dixwazin. Her tişt girêdayê helwesta YPGê ye.

Ji aliyê din hinek berpirs û parlementerên HDP li Bakur daxuyaniyen bê wate belav dikin. Ayla Akad, di rûpela xwe ya Twiterê de weha dinivîse. Tenê li dijê DAÎŞê  hêzênYPG, YPJ û HPG şer dikin ew tenê ji dil berxwe didin. Li hinek cihan pêşmergejî şer dike.

Niha her tişt aliyekî divê herkes aliyên siyasî bê ku Kobanê bikin qurbana berjewendiyên rêxistinî, bê ku rewşa Kobanê bi derew û propagandeyê bidin naskirin, divê bi hemû awayî parastina Kobanê wek her beşek axa Kurdistanê bête kirin.

Di derbarê Kobanê de serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dxuyaniyek ragihand. Barzanî dibêje: “Êrîşa terorîstên Da’îş ya li ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê tehdîde li ser hemû gelê Kurdistanê û şeref û keramet û man û nemana gelê me kiriye armanc.

Daxwaz ji hemû aliyên Kurdistaniyan dikim dev ji hemû nakokiyan berdin û bi pêkve bergiriyê li keramet û ax û jiyana hemwelatiyên Kobanê bikin. Bergirîkirina li ax û xelkê Kurdistanê erkeke li ser milê me hemûyan û li ser ruyê hemû erkekî dine.“

Gotina serokê Kurdistanê di vê pêvajoyê de bila bibe çerçova hevkariyek Kurdistanî. Ev çerçova xeta netewiye. Cardin hat xuyakirin ku erkê xeta netewî ewe ku bê ku tu hesabek siyasî bikin li her derekî xaka Kurdistanê biparêzin.

21.9.2014
Dara Bilek

4 Nêrîn

  1. Mesela Kobanê senaryoya PKK ya 25 Salaye. PKK dixwest bivê dinyayê nik xweve bikêse. gelo dê PKK serbikeve? Weko em guhdariya kesên gihayin ser sinurê Bakurê Kurdistanb(Kurkiye) dikin dibêjin PYD hat jimere got, Malên xwe valebikin û herin jivêderê. Meselekî dinjî Bêko PYD seri bike jiwêderê xwecihên wan Gundan liser daxwaza wan hatine valekirin.\r\n\r\nEv sê Rojin PYD li Kobanê sahyanê dike, lê limilê dinjî bi dehhezarar Kurdan jî malên xwe berdane liser sinurî perîsanbune! Sayyana ev 3 rojin PYD dije yanjiye, Bajar ji Dostên xwe parastiye? Heta îrojî serekî liser Kobanê nîne. Lê PKK Kurdan bi gaziyekî reklami disine Kobanê da serbikin. Lê kesanên sareza rejî dibêjit Em ji xwe pêve tu hêzek din kebulnakin. Dema mirov berê xwe didit medya Imrali daima yeti, yekrêzî, hêzeka hevbes dixwzin. Lê ev direw xapandina PKK ya 25 sale. Tu ne yekrêzî, nejî hêza hevbes, nejî yekitiya azadiya Kurd û Kurdistan naxwazî. Pirsekî daim ez dikim; 3000 pêsmerge cima hon weko zalim û zordaran ûdagirkeran dijê wanin bicin bajarên xwe biparêzin? Erê El parti Ne partiya Rojavayê Kurdistane? El Partî yanî binavê nû PDKS 1957 de hatiye damezrandin, cima ma hon dijmin hon nahêlin ew axaxwe biparêzin? Ev jî siyaseta dijminkariya PKK/PYD dide diyarkirin, lê hon ji hekin jiberku Kurdên ketin duv we û yên dora we mejiyên wan gelik pasketi û nefahmin ku vê rudanên dîrokî nabînin nikarin bixwînin?

  2. Belê gotinen te raste siyasetmedarê Kurd brêz Dara Bîlek, eger em jî ji bo berxwedaneka heremeka Kurdistan'ê pistgiiriyê bikini, lê wê deme bibaxsîne em we bes ne bê gotine û bê xebateke jî bikini û seroke basûre Kurdistan'ê brêz kekê Mesud Barzani jî beynêk da û got; ''Em pistgiriye berxwedana Kobane û Efrîne dikinî''. Wekî teye zanîn ew ceteye îslami DAIS ew qetlîamên xwe li Irak û basûre Kurdistan'ê herema Sengal'ê lê ser gele me Ezidî kir û nûha jî ew qetlîama xwe li rojavayê Kurdistan'ê herema Qobanî û Efrîn'ê berdevam dike. Min jê bo we nûceka ne bas jî wergirtiye û ew ceteye teroriste îslami DAIS erîs gunden herema Kobanê û Efrîne kiriye û 300 însanen me pistgiriye PKK û PYD kûstine. Derek gele me ji bo we deste xwe jê siyaseta berê berde û di rojen ûsa tarîn da lê her deme pistgiriyê hevdû bikin. Le mixabin henik siyasetbvanen meyên bakûre Kurdistan'ê hîn jî wekî ew siyasetên xwe bere berdevam dikine û di rojen ûsa tarîn da erîse lê ser PKK dikine. Ew gotin jî ji bo gele me û welate me Kurdistan'ê ra ne tistekî base û dûjmin jî lê her deme dixwaze me di neqeba gele me da her deme dûjminatiyê berdevam bike.\r\nBangeka min ji gele meyê her car parcê Kurdistan'ê ra heye û me li dijî ew erîsên ceteyê îslami DAIS pistgiriye gele me rojavayê Kurdistan'ê bikin. Yê dawîyê jî wekî teye zanîn wextek ew ceteye îslamî lê herema Sengal'ê ser gele me Ezîdî kir bê hezaran gelemeyê Ezîdî hatin bakûrê Kurdistan'ê û jê serîda hamû saredariyên di dora PKK BDP lê hamû ew însanen me xûdî derketên û nûha jê ew nêceye ne bas ji gele me Kobanê û Efrîn'ê jî berdevam dike û bê hezaran gelemeyê ew hereme hatine lê ser xeta bakûre Kurdistan'ê de kerema xwen ra me wê caren jî jê berê PKK û BDP me siyasetvanen meyên Kurd din lê ew gele me xûdî derkeve, bibaxsîne siyaset bes ne bê gotine û derek bê xebateke ware mesandin.

  3. Berêz Belek, her zorê bide dijmindariya xwe li dijî tevgera Kurd. Tu ger Kurd bi û mirovê çê tu dê herî welat û xelkê xwe biparêzî. Bese li xwe qeseriya neke.

  4. Evar denen kmahlas isimli kisiliksizlige senleniyorum!\r\n\r\nsen cok mu Kurdsun? Kurkak adam! Niye gercek isminle bir kac kelimeyi dahi yazmaktan cekiniyorsun? Kurd halkinin en büyük düsmani kimdir biliyormusun? PKK yani Partiya Karkerên kemalistan. Bir diyer misyonu Ergenekon Terür elemani. Bir diyer misyonu ise Kurd ulus devletine düsman. Bir diyer misyonu ise 40 milyon bir halki kendi devletini Kurmayi dahi hak olarak görmeyen bunada kasi savasmaktir. Sen ya körsün yada bilerek hainsin. Asagidaki yazi PKK nin Suriye rejimini ve senin gibi geri zekaliyi nasil bagladigini kendi gözünle oku ki eger gözlerin kapali deyilse:\r\n\r\n(„…PKK Bakanlık Konseyi: „Yeni ҫizgimizin Kürt sorununda öngürdüğü ҫözüm, Suriye Cumhuriyeti´nin ҫıkarlarıyla uyum iҫindedir.Partimizin en büyük dostuolan Suriye Cumhuriyeti´nin ҫıkarlarıyla ҫelişecek bir tutum iҫine girmemiz mümkün değildir. Genel Başkanımız Abdullah Öcalan yoldaşın yirmi yıllık ҫabasıyla yaratılan bu dostluğu kimse geriletemez. Partimizin bütün kadroları, savaşҫıları ve halkımızın yaklaşımları bu ҫerҫevededir. Şunu önemle belirtmek isteriz ki, ilişkilerimiz tarihi ve stratejik kapsamdadır. Bütün ҫalışmalarımızda Suriye´nin ҫıkarlarını göz önünde bulundurmak, bundan böylede esas tutumumuz olacaktır. Kongremizde ҫıkan irade bu temelde olmuştur. Biz Büyük devlet adamı Sayın Hafız Esad´a ve onun izleyicilerine (Bugünkü Beşar ve katil ekibi i.g.) hep güvendik ve tarih bu güvenimizin yersiz olmadığını ispatlamıştır. Hiҫbir sorum böylesine derinlikli bir ilişkiyi zayiflatamaz. \r\n\r\n„Yokarıda belirtiğimiz ana ҫerҫeve dahilinde gerҫekleşen Kongremiz hakkında sizleri daha fazla bilgilendirmeye ҫalışırken, devrimci mücadelenin yeni döneminde de Suriye Cumhuriyeti ile ilişkilerimizin dahada güҫleneceğine inancımızı bir kez daha belirtmek isteriz. Bu temelde başarı dileklerimizle birlikte selam ve saygılarımızı sunariz. \r\n4 Şubat 2000 PKK Başkanlık Konseyi“.)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: