Polîtîk

Barzanî: Çareseriya kêşeya koçberan vegerandina wane

Îro yekşem 21.09.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Emar El Hekîm Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Dr. Roj Nurî Şaweys û Hoşyar Zêbarî û Azad Berwarî Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, peywendiya di navbera hêzên siyasiyên Iraqê û pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraqê û proseya siyasî û pêkanîna Hikûmeta Iraqê hate nirxandin û di derbarê tehdîdên terorîstên Da’îş û serkeftinên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li bereyên rûbirûbûna terorîstan kirin.

Her wiha li vê hevdîtinê de kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda xistin ber behs û her dû aliyan tekez li wê yekê kirin ku pêwîste kêşe û nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexda bêne çareser kirin.

Rewşa koçberan û yarmetîdana wan mijareke dinê hevdîtinê bû û ji bilî wê balkişandina li ser hewlên Herêma Kurdistanê ya ji bo hewandina penaberan, tekez li wê yekê kirin ku çareseriya serekî ya kêşeya koçberan vegerandina wane ji bo navçeyên wan û her wiha parastin û qerebukirina wane û pêwîste li vî warî de Hikûmeta Iraqê erk û pabendbûnan bi cîh bike.

Back to top button