Komara Çekê teknolojiya nû a serbazî bi pêşmerge dide

Kerîm Şingalî wezîrê karên navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser vexwandina wezîrê karên navxwe yê hikûmeta Komara Çekê bi fermî serdna Komara Çkê kir  û digel mezine berpirsên wê civiya û hikûmeta Çekê piştevaniya xwe bo hêzên pêşmergeyên Kurdistanê diyar kir û tekîd kir ku, ew dê çek û teknolojiya nû ya leşkerî bi pêşmerge bidin.

Di civînên xwe de digel berpirsên komara Çekê, Kerîm Şingalî behsa rewşa siyasiya Îraqê û herêma Kurdistanê kir û bi taybetî  rewşa bereyên şerê li dijî rêxistina terorîstiya DAÎŞ û berdewamiya alîkariyên navdewletî bo hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona binbirkirina terorê di deverê de zelal kir.

Wezîrê navxwe yê hikûmeta Çekê pabendiya hikûmet û gel Çekê bo piştevanî û alîkarîkirina hikûmet û gelê Kurdistanê li şerê dijî rêxistina terorîstiya DAÎŞ û terorê bi giştî nîşan da û got ku, wezareta navxwe ya hikûmeta Çekê amadeye di warê dabînkirina amêr û teknolojiya pêşûkeftî û serbazî bi hêzên wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê bide.

Şingalî ji bo wê alîkarîkirina komara Çekê di warê dabînkirina teknolojiya pêşkeftî a çavdêriyê û sîstema pêşkeftî a sayîşê û kursên meşiq û rahînanê bo hêzên navxwe yên herêma Kurdistanê di gişt waran de, sipasiya Çekê kir.

Di berdewamiya serdana xwe ya bo Komara Çekê de, wezîrê karên navxawe yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel Tomas Koxten cîgirê wezîrê parastina Çekê civiya û pirsa çewaniya hevahengî û hevkariyên di warê serbazî de di navbera herêma Kurdistanê û Komara Çekê gotûbêj kir. Piştî civînê serdana depo û enbarên çekî û fabrîkeyên dirustkirina çek, tang û zirîpoşan kir. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: