Polîtîk

Gelo Pêşmerge derbasî Rojava bû?

Piştî serokê Kurdistanê Mesud Barzanî da xuyairin ku ew amadene bi hemû awayî Kobanê biparêzin û di vê derbarê bangî raya giştî û hêzên navnetewî kir, di derbarê çûyina pêşmergeyan ji bo Kurdistana Rojava de gelek nûçe hatin belav kirin.

Ji aliyek din wezereta pêşmergeyên Kurdistanê da xuyakirin ku, em amadene pêşmergeyan rêkin Kurdistana Rojava.

Wek din tê zanîn ku hêzek pêşmergeyên  girêdayî PDK-S nêzikî 3000 an li Başûr heye. Ew dixwazin derbasî  Rojava bibin. Lê berpirsên wan didin xûyakirin ku; Ew dixwazin herin li dijê dijminên Kurdistanê şer bikin û axa xwe biparêzin. Divê hêzên siyasî li hev bikin. Naxwazin derbas bibin û navbera wan û YPGê de nexweşiyek destbide.

Lê heta niha PYD di derbarê vê yekê de bersivek nedaye.

Ji aliyek din hêzêk pêşmerge li ber sinorê Kurdistana Başûr û Rojava amade ye û hêviya fermanêye da ku derbasî Rojava bibe û xwe bighînin Kobanê.

 

Li Suriye û Rojavayê Kurdistanê kî li kîjan deverê kontrol dike

Niha ji hemiyê girîngtir pirs ewe ku dê hêzapêşmerge çewe xwe bigihine Kobanê. Ji Başûr derbasî Rojava bibin heta Serekaniyê dikarin herin. Ji Serêkaniyê pêde devera Till Ebyet(Girê spî) di bin kontrola DAÎŞ de ye.

Bi awayek din herêma di navbera Serêkaniyê û Kobanê di destê DAÎŞ de ye. Hêzên pêşmergeyan divê ji Serê Kaniyê heta Kobanê şer bike da ku bikaribe rê veke. Di aliyê leşkerî de ev di vê rewşê de zehmete. Wek din yek rê dimîne ku pêşmerge li ser Tirkiye re herin Kobanê. Ev yek jî ne mimkine.

Niha gelek gotin hene ku dibêjin hêzek taybet a pêşmerge heta devera Serêkaniyê çûye û dê ji wê derê xwe bighine Kobanê. Lê heta niha ev nûçe ji aliyên pêwendîdar ve nehatiye piştraskirin.

Back to top button