Necîb: Em nahêlin karkirên biyanî bên Kurdistanê
Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniekê de ji AKnewa re behsa pirsgirêka hatina karkerên biyanî bo bajarên herêma Kurdistanê kir û got:
– Hindek karkirên biyanî ji bajarên navîn û başûrê Iraqê, bêyî ku em agahdar bin, hatine herêma Kurdistanê. Ji ber wê jî fikara me li ser hatina wan heye û niha digel wezareta navxwe hewl didin çareser bikin.
Ji aliyekî din, Celal Kerîm cîgirê wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê her li ser pirsa karkerên biyanî got:
– Heta wezareta kar rizamendiyê nede, em nahêlin tu karkirek biyanî were Kurdistanê. li balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê û her wiha li deriyên sînorî, heta rizamendiya wezareta kar nebe, tu karkirek nayê Kurdistanê. Lê karkirên ku destpêkê bo bajarên Iraqê tên piştre tên Kurdistanê, em nikarin kontrol bikin.