Civak

Li Silêmnaiyê 9 hezar malbatên koçberên ereb hene

Li gor amarên (îstastîk) rêveberiya koç û koçberan nêzîkî 9 hezar xêzanên ereb yên ku ji naverast û başûrê Îraqê koçbar bûne li bajarê Silêmaiyê hene.

Cebar Mihemed Elî rêvebirê daîreya koç û koçberan a bajarê Silêmaniyê di daxuyaniyekê de behsa hijmara malbatên ereb yên ji naverast û başûrê Îraqê qesta bajarê Silêmaniyê kirine kir û got:
– Li gor amarên ji aliyê daîreya me, daîreya koç û koçberan, ve hatine encamdan 8 hezar û 857 xêzanên ereb ji deverên din yên Îraqê li bajarê Silêmaniyê dijîn. Herwesa 6 hezar malbatên kurd ku, di wexta xwe de koçbarî welatên cîran bibûn, nuha vegeriyane û li bajarê Silêmnaiyê dijîn. Ango nêzîkî 15 hezar koçber li bajarê Silêmaniyê hetine tomar kirin.

Mihemed Elî got jî ku 126 xêzanên mesîhî jî ji tirsa teror û şidetê ber bi bajarê Silêmaniyê ve hatibûn, lê beşek ji wan malbatan vegeriyan bo cîyên xwe û nuha bi tenê 49 xêzan mane.

Rêvebirê daîreya koç û koîberan behsa koçberên ji ber topbarana rijêma Îran û Tirkyeyê jî kir û got ku 300 xêzan li sînorê wîlayeta Silêmaniyê koçbar bûne û li ser kampan hetine belav kirin; 175 xêzan kampa Gocar, 103 kampa Pirdî Mengorayetî û 50 xêzan jî li kampa dolî Şehîdan hatine bi cî kirin.

Back to top button