Nebin dîlê siyaseta PKKê

Li Tirkiye pirsa Kurd ji aliyê siyasetmedar û rewşenbîran ve bi awayên cuda tê gotubêj kirin. Di rastiya xwe de kesek ji Tirkan pirsa Kurd li Tirkiye wek pirsa miletekî ku xwedî welatin û welatê wan hatiye dagirkirin nabîne. Dema tu vê yekê nebînî hemû projeyên çareseriyê valane û tu cara nagihin encamekî.
Li himber vê dîtina siyasetmedar û rewşenbîrên! Tirk , gelek mixabin Kurd bi xwe jî piraniya caran di kuleka Tirkan re li pirsgirêka Kurd dinêrin û li gora vê yekê jî projeyên çareseriyê radigihînin. Ji sala 1984ê pêve PKK şerek çekdarî dike, lê şerê çiye ew bi xwe jî nikarin têbigihin. Tiştek gelek vekirî heye ku, şerê PKKê ne şerê serxwebûna Kurdistanê û herweha ne şerê destxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê ye.
Tirkiye bi zanebûn kariye pirsa Kurd li bakur bi PKKê ve girêbide û bi wan bide nasandin. Ev yek ji aliyê piraniya kurdên bakurve jî mixabin bi vî awayê hatiye qebûl kirin.
PKK û hemû partî û rêxistin û dezgehên pêve girêdayî, gelek vekirî li dijê serxwebûna Kurdistanê disekinin. Bi sedan beyan û daxûyaniyên berpirsên herî bilind yên PKKê û derdora wê di vê derbarê de hene. Ji bo vê jî mirov tê nagihê kesayetek yan siyasetmedarek ku ji bo serxwebûna Kurdistanê ditekoşe çewe dikeve di xizmeta siyaseta PKKê de û li dijê armanca xwe tevdigere. EV pirsek herî girîng e, her insanek serxwebûna Kurdistanê piparêze û doza mefên netewî li bakurê Kurdistanê ji bu gelê Kurd bike, çewe dikeve di xwefka siyaseta PKKê û li dijê bîr û baweriya xwe disekine? Eger ev cureyê insana li xwe binêrin û bixwazin bersiva vê pirsê bidin , ihtimale ku hinek bê jî rêya siyastek Kurdistanî bibînin.
Di siyasetê de durûtî tawanek mezine ku mirov li miletê xwe dike.Nabê tu ji aliyekî behsa destkeftiyên netewî bikî û ji aliyek din hemû potansiyela xwe bêxî di xizmeta siyasetek çewt û ne Kurdistanî de. Ev durîtiya siyasiye û pirsek ehlaqiye jî.
Nabê tu di civatek teng de, rexneyê herî giran li siyaseta PKKê bikî û civatek berfireh de wesfê siyaseta PKKê bidî. Gelek caran hinek insan ji bo ku PKKê rexne dikin ji aliyê van cureyê insanan ve têne tawanbar kirin û dibêjin: welê ne tûj bin
, hertiştekî nebêjin
û bi vê yekê hewldidin siyaseta xwe ya durîtî berfireh bikin.
Gelek vekirî, bi dengê Bilalê Hebeş Bepirsên PKKê , berpirsên HDPê û Selahattin Demirtaş jî di nav de dibêjin, em ji bo demokratizekirina Tirkiye xebatê dikin, wek din dibêjin Em hemû bi hevre Tirkiyene
Em nahêlin dewletek serbixwe ya Kurda çêbibe
Başe siyasetmedarek li himber van gotarak çewe dikare pişgiriya xwe ji bo wan îzah bike?
Tişta ku Kurda bînê ba hev ne dijitiya Erdogan yan jî partiyek dine. Tişta Kurda bînê ba hev berjewendiyên netewîne. Bîr û baweriya Kurdistaniye . Wek din siyaseta din siyaseta berjewendiyên kesayetiye, siyaseta taşeronî ya ku Kurda entegreyê Tirkiye bikê ye.
Îro di vê pêvajoyê de sekna(helwest) li himber siyaseta PKKê û hemû partî, rêxistin û dezgehên pêve girêdayî bûye pîvanenek berbiçav ya netewîbûnê. Nava darik re negirin , yan Kurdistanî bin yan jî hunê mehkumê xizmeta siyaseta Tirkiyebûnê de bin. Hewldanên siyaset a du alî û herkesî îdarekirin valeye.
4.7.2020
Analîz/ Rojevakurd