Awusturya gefeke ciddî li tirkiye kir

Alexander Schallenberg Wezîrê Derveyê Awusturya dûpat kir ku Ewrupa beramber binpêkirin û zêdeçûnên tirkiye li Iraq û Lîbya yê û heman demî de guherîna Ayasofya de bêdeng nabê.
Li beyannameyek da Wezîrê Awusturyayê tekez kir tirkiye rojane ewe piştrast dike ku ji bo Ewrupa hevbeşeke bawerpêkirî nîne. Balkişand li ser wê yekê pêwîste guhertinên vê dawiyê bibin sedema wê pêdaçûna rewşa Ewrupa ya li bin metirsiyên tirkiye bikîn.
Berê jî Karl Nehammer Wezîrê Navxweya Awusturya ragihandibû, welatê wan di derbarê tirkiyê de bi niyeta derxistina hejmarek biryarên yek alîkere, ew jî li ber girtina rêkarên dîplomasî û sepandina sizayên Ewrupî ya ji bo destwerdana Enqere û gefên wê yên li ser rewşa navxweya welateke endam li Yekîtiya Ewrupa.
Her wiha Nehammer gotibû: Tirkiye rûbirûyê sizayê tund dibê, ji ber kirdarên tundutîjiyên destdirêjiyên li ser Kurd û destbirina li ser serwet û samanên wan ya li heftiya derbasbûyî.